Derbarê sûcê dijminatiyê de xwestin kirariyên qanûnî bên destpêkirin 2021-08-12 16:21:06 ENQERE - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqerê, piştî êrişa penaberan a li navçeya Altindaxê xwest ku derbarê organên çapemeniyê, partî û kesên li dijî penaberan sûcê dijminatiyê dikin de kirariyên qanûnî bên destpêkirin.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqerê, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrişên duh li Taxên Onder û Battalgazî yên navçeya Altindaxa Enqereyê li dijî penaberên Sûriyeyî hatin kirin, da. Di daxuyaniya ku li avahiya Navenda Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristî (SES) hat lidarxistin de, Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqerê Sevîl Tûrgût axivî.    Tûrgût, diyar kir ku zimanê nijadperest ê di çapemeniyê de tê bikaranîn û gotinên siyasetmedarên rasterast penaberan hedef digirin, bû sedema zêdebûna êrişên nijadperest.    ‘DESTHILATÊ PENABER KIR MALZEMEYÊ SIYASETÊ’   Tûrgût, bi lêv kir ku desthilatê polîtîkayên têkildarî penaberan kir malzemeyê siyasetê û wiha axivî: “Desthilat şûna ku pirsgirêkan çareser bike, bûye çavkaniya pirsgirêkan bi xwe. Peymanên navnetewî û mafên mirovan tune tên hesibandin. Mudaxaleyên eskerî yên ser pirsgirêkên herêmê û polîtîkayên şer aloziya li herêmê kûrtir dike. Dibe sedemê bi milyonan mirov ji cih û warê xwe bibin.”   ‘EM Ê DI NAVA PIŞTEVANIYÊ DE BIN’   Tûrgût, xwest ku derbarê organên çapemeniyê, partî û kesên li dijî penaberan sûcê dijminatiyê dikin de kirariyên qanûnî bên destpêkirin û wiha got: “Dewleta Tirkiyeyê mecbûre ku ewlehiya can û malê her mirovên li ser axa wê dijîn bigire. Em dixwazin ku vê peywîra xwe bi cih bîne. Em destûr nadin ku erdnîgariya me bibe herêma komkujiyan. Em careke din îlan dikin ku em ê li dijî êrişên nijadperest û dijminatiya biyaniyan di her şert û mercî de bi xwişk û birayên xwe yên penaber di nava piştevaniyê de bin. Rûyê dinê yê me hemûyan e.”