Li Serêkaniyê zarokekî 3 salî bi guleyê ji serê xwe birîndar bû 2021-08-12 14:32:40   RIHA - Hat îdiakirin ku guleya ji bajarê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê di bin kontrola Tirkiyeyê de hatiye berdan, li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bi serê zarokê 3 salî yê bi navê T.D. ketiye û giran birîndar bûye.    Hat îdiakirin ku guleyeke ji bajarê Serekaniyê yê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ku di bin kontola Tirkiye û Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (SMO) de ye hatiye berdan, li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bi serê zarokê bi navê T.D. yê 3 salî ketiye. Bûyer di şeva 10’ê tebaxê de li Taxa Bahçelîevlerê ya ser sînor pêk hatiye.  Hat diyarkirin ku dema T.D. razayî bûye ji wî aliyê sînor gule hatiye berdan û hatiye li serê wî ketiye. Malbata zarok piştî ku rewşê ferq kiriye demildest ew biriye Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Piştî mudaxaleya li vir hatiye kirin T.D. sewqî nexweşxaneyeke taybet a li navenda Rihayê hatiye kirin û rexmî ku 2 roj in li neweşxaneyê tedawî dibîne jî xetereya jiyana wî didome.    Li aliyê din zarokê bi navê H.Ç. ê 11 salî ku li heman taxê bi heman rengî guleyek li serê wî ketibû û birîndar bûbû jî li nexweşxaneya lê tê dermankirin 76 roj in têkoşîna jiyanê dide.