Bavê Gulnaz Karataş jiyana xwe ji dest da 2021-08-12 14:27:29   ÎZMÎR - Bavê yek ji pêşengên tevgera jinên kurd Gulnaz Karataş, Mûstafa Necatî Karataş jiyana xwe ji dest da.    Bavê yek ji pêşengên tevgera jinên kurd Gulnaz Karataş (Berîtan) Mûstafa Necatî Karataş(90) jiyana xwe ji dest da. Karataş ku li Îzmîrê dijiya beriya hefteyekê qrîza dil derbas kiribû û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Karataş, îro li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirina jiyana xwe ji dest da. Wê cenazeyê Karataş, piştî ku li Mala Cemê ya Helvaci ya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal vecîbeyên olî yên Karataş bi cih bên wê cenazeyê wî li Goristana Helvaciyê be veşartin.