20 kesan bi awayekî sîstematîk zarokekê îstismar kirine 2021-08-12 12:36:50   STENBOL - Li navçeya Ataşehîrê, zarokekê diyar kir ku bav, kek, apê wê jî di nav de 20 kesan bi awayekî sîstematîk wê îstismar kirine û gilî kir.    Li navçeya Ataşahîrê ya Stenbolê, zarokeke 16 salî di 8'ê kanûna 2020'an de çûye miduriyeta polisan û diyar kiriye ku bav, kek, apê wê jî di nav de 20 kesan bi awayekî sîstematîk wê îstismar kirine û giliya wan kiriye. Bûyer, li ser vegotina zaroka ku xwendekara dibistana navîn e derketiye holê. Li gorî nûçeya ku Rojnameya Cûmhûrriyetê derbas kiriye, zaroka 16 salî gotiye ku ji aliyê hevalê xwe yê dibistanê, 3 mamoste û kekê xwe ve hatiye îstismarkirin û zarokeke xizmê wê jî ji aliyê zavayê wan ve hatiye îstismarkirin.    GILIYA 20 ZILAMAN KIRIYE   Piştî van vegotinan zaroka 16 salî di 8'ê kanûna 2020'an de diçe miduriyeta polisan û midurê dibistanê, mamoste, bav, kek, ap, pismamê wê jî di nav de ji ber îstismara zayendî ku lê kirine giliya 20 zilaman kir.    25 ROJAN GIRTÎ MAN   Midurê dibistanê E.A., mamoste H.D., mamoste T.S., ap A. S., bav T. S., 7 kesên hevalên bav angaştan qebûl nekirin. Ap A.S., bav û 7 hevalen xwe ku piştî îfade dayînê hatin girtin 25 rojan girtî man. Hat hînbûn ku mamoste hê jî li ser peywira xwe ne. Ji ber ku ji 18 salan biçûktir in pismam Î.S. û hevalên xwe A.Y., A.Ç., B.A., F. R., F.A., A.Y., ve M.K. jî angaştan qebûl nekirin.    HIN ZAROKÊN DIN JÎ HENE   Zaroka ku îfade da polisan, diyar kir ku hevala wê ya di rewşa wê de heye û ji aliyê mamoste û kekê xwe ve hatiye îstismarkirin. Piştî ku bûyer ji polisan re hatiye ragihandin malbata hevala wê ya dibistanê paşnavê xwe guhertiye û ji Stenbolê bar kiriye. Hat angaştkirin ku zaroka din a xizmê wê jî giliya gumanbaran nekiriye.    DOZNAME HAT AMADEKIRIN   Derbarê bûyerê de dozname hat amadekirin û ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Anatoliyê ya Stenbolê ve hat qebûlkirin. Li gorî îfadeyên zarokê yên di doznameyê de mamoste û midurê dibistanê de di sala 2017'an de dest bi îstismarkirinê kirine. Di doznameyê de pedagogan jî gotine ku bawerî îfadeyên zarokê tê.   GEFA KUŞTINÊ   Xûça zarokê M.B. jî diyar kiriye ku gumanbar gefa kuştinê lê dixwin û ev tişt dibêje: "Rexmî ku di ser bûyerê re salek derbas bûye jî gumanbar nehatine girtin. Ji bo 6 mehan ji bo zarokê biryara parastina zarokê hat dayîn. Ew jî qediya. Wê niha kî vê zarokê biparêze? Bavê min bi van gotinan gef li min xwar: "Dibe ku mala we bê bombekirin. Dev jê berdin. Dibe ku wesayît li zavayê we biqelibe. Dibe ku li dijî mala we êrişa çekdarî pêk bê.". Ez bang li rayedaran dikim ku her du zarokên din jî xelas bikin. Em daxwaz dikin ku hemû gumanbar demildest bên girtin."