Mehmud Osman: Divê PDK aqûbeta 3 HPG’iyan aşkera bike 2021-08-12 11:13:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmud Osman, bang li PDK’ê kir ku aqûbeta 3 HPG’iyan aşkere bike.   Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nêzî gundê Bêxme yê girêdayî navçeya Xelîfan a Başûrê Kurdistanê di 26’ê Tîmehê de, êriş kiribû û komeke HPG’e ya ji 3 kesan pêk dihat winda bû. Piştî êrişê 17 rojin agahî ji koma HPG’ê nayê girtin.    Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmud Osman ê li Herêma Federe ya Kurdistanê dijî, derbarê mijarê de axivî. Osman ê ji Rojnewsê re axivî, wiha got: “Divê PDK bersiva PKK’ê bide, çarenûsa wan hersê gerîlayan aşkere bike û were zanîn li wê derê çi çêbûye. Herdû alî li gel hev rûnanin û naxivin, ji ber wê bersiva vê bûyerê jî bi dest nakeve.”   GOTINÊN BARZANΠ   Dr. Mehmud, diyar kir ku her dû aliyan jî gelek caran gotine ew li dijî şerê navxwene, madem wisaye divê êdî ev tiştên wiha rû nedin. Osman destnîşan kir ku di rojên borî de şandeyek çûye cem Mesûd Barzanî û Barzanî ji şandeyê re gotiye ku nabe bi tu awayek Kurd bi destê Kurd were kuştin û dijbertiya xwe li dijî şerê Kurd bi Kurd nîşandaye. Osman, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ev tiştek başe û biraderên PKK’ê jî heman tiştî dibêjin. Ji bona wê divê hewl were dayîn şer û nakokî çênebin.”   Siyasetmedarê Kurd Osman îşaret bi çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya diyalogê kir û bilêv kir: “Divê di navbera PDK’ê û PKK’ê de giftûgo hebin ku niha nine. Divê her du alî bi hevre rûnin û pirsgirêkên nava xwe çareser bikin. Bila rê nedin pilanên Tirkiye bi serkevin. Ji berku armanca dewleta Tirk derxistina şerê navxweyî ye.”