128 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-08-11 22:07:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de ji ber Covîd-19'ê 128 kes mirin û 27 hezar û 356 kes jî pê ketin.   Li gor daneyên rojane yên Wezareta Tenduristiyê yên derbarê Covîd-19'ê de, di 24 saetên dawî de 128 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 27 hezar û 356 kesên din jî pê ketin. Di 24 saetên dawî de 278 hezar û 263 test hatine kirin.   Li gor daneyan hejmara kesên baş bûne jî 16 hezar û 363 ye.