HDP'ê civîna herêmê ya Behra Reş li dar xist 2021-08-11 22:04:06   ÇORÛM – HDP'ê li Çorûmê civîna herêmê ya Behra Reş li dar xist. Di civînê de biryara ku dê li herêmê siyaseteke hîn çalaktir bê kirin, hat girtin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), civîna herêmê ya Behra Reş li Çorûmê li dar xist. Civîn li Otêla Dalgiçlarê hat lidarxistin. Parlementerên HDP'ê Alîcan Onlu, Ayşe Acar Başaran, Hevberdevkên Herêma Behra Reş Huseyîn Taka, Nûra Bedîrkûrûm, hevserokên bajaran ên li herêmê û rêvebirên partiyê û endamên partiyê tevli civînê bûn.    Heyetê anî ziman ku dê li dijî zimanê berberîbûnê hevdîtinê bi hemû gelan re bikin û ji bo Tirkiyeyeke demokratîk li her herêmê ne. Di civînê de peyama "Em HDP'î ne, li her derî ne" hat dayîn û li ser pirsgirêkên ekolojîk û jinê yên li Behra Reş hat sekinandin. Di civînê de hat destnîşankirin ku rewşa herêmê ji bo rêxistinbûyîna HDP'ê erênî ye û ji bo pêşerojê plansaziyek hat çêkirin.    Di civînê biryara ku dê li herêmê siyaseteke hîn çalaktir bê kirin, hat girtin.