Gunay: Çalakiya greva birçîbûnê navnîşana çareseriyê nîşan dide 2021-08-11 16:35:21   KONYA - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, li navçeya Kûlûyê di hevdîtinên gel deaxivî û diyar kir ku girtî bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê navnîşana çareseriyê nîşan didin û wiha got: “Ocalan ji bo hatina aştî û demokrasiyê aktorê herî girîng e.”       Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanya “Em HDP’î ne li her derê ne” de li navçeya Kûlû ya Konyayê bi gel re hat gelhev û serdana esnafan kir. Şandeya ku ji Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û Meclîsa Partiyê (PM) pêk dihat serdana esnafan kir. Serdana ku gel eleqeyeke mezin nîşan da vegerî meşê.    Esnafan HDP’iyên ku pirsgirêkên wan guhdarkirin bi gotina “Me beriya we kir” pêşwazî kirin. Gel, piştî serdana esnafan şande bi çepikan pêşwazî kir.    POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ   Şande piştî serdana esnafan derbasî Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Kûlûyê bû. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, li vir axivî û qala komkujiyên nijadperest kir. Gunay, bi lêv kir ku li dijî her êrîşên ser kurdan tên kirin polîtîkayên bêcezatiyê tên sepandin û wiha got: “Faîl li hemberî hiqûqê hesabê nadin. Ji derveyî vê ji aliyê rayedarên dewletê ve bi gotina ‘zarokên baş in’ hatin parastin. Em baş dizanin ku ev desthilat dijminê gelê kurd e.”   DESTNÎŞANKIRINA RÊXISTINKIRINÊ   Gunay, diyar kir ku li dijî polîtîkayên dijminane yên desthilatê yên ser gelê kurd xwe rêxistinkirina bi hemû netew û bawerîyan gelek girîng e û wiha axivî: “Em ji bo ji êrîşên ser partiya xwe re bibin bersiv bi gotina ‘Em HDP’î ne li her derê ne’ bi gelê xwe re ne. Êrîşên ser partiya me bi doza komployê ya Kobanê bi dest pê kir. Lê dema em îro li Kûlûyê digeriyan ferq kir ku girtina HDP’ê hesan nîne. Em ê di her şertê de têbikoşin û ligel hev bin.”   KEVNEŞOPIYA TÊKOŞÎNÊ   Gunay, destnîşan kir ku bi gel re ripîrast li ser piyan e û wiha berdewam kir: “HDP kevneşopiya têkoşînekê ye. 40 sal in ligeh pêkanînên antî demokratîk û zilmê jî bi têkoşînê hat van rojan. Ji bo ku em vê hêj mezintir bikin deyne li ser me. HDP yekitiya ruh û dil e.”   ‘NAVNÎŞANA AŞTIYÊ ÎMRALI YE’   Gunay, da zanîn ku têkoşîn di her qadê de bi biryardarî didome û têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan de ev tişt got: “Girtiyan bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê navnîşana çareseriyê nîşan didin. Navnîşana aştiyê Îmrali ye. Birêz Ocalan ji bo hatina aştî û demokrasiyê aktorê herî girîng e. Em dizanin ku israra di şer de pekanîna tecrîda li Îmraliyê ye. Hewl didin bi pêkanîna tecrîdê dengê aştiyê yê kêm bikin lê ne paşêrojê bi serketin ne jî dê îro bi serkevin. Wê kurd û dostên wan ji bo aştiyê berdewam bikin têbikoşin. Hêza em HDP’î ne li her derê ne jî ji vir tê.”   Şande piştî civîna gel, li bajaroka Omeranli ya Kûlûyê bi gel re hat gelhev. Şandeya ku li Omeranliyê serdana esnafan kir, pişt re bi awayekî girseyî derbasî bajaroka Yenîceova ya navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê bû.