Bi lîstika şanoyê bal kişandin ser qirêjiya hawirdorê 2021-08-11 13:10:58   DERSÎM - Şaredariya Dersîmê, ji bo balê bikişîne ser qirêjiya hawirdorê lîstikeke şanoyê da leyîstandin   Şaredariya Dersîmê, ji bo balê bikişîne ser qirêjiya hawirdorê li pêş avahiya şaredariyê lîstikeke şanoyê daleyistandin. Koma Şanoyê ya Arêyê Kay a girêdayî Midurtiya Çandê ya Şaredariyê, lîstika şanoyê ya di zaravayê kirmançkî yê kurdî de amade kir leyîst.