Malbata Şenyaşar: Wê îhale ji mensûbên darazê re bimîne 2021-08-11 12:41:08   RIHA - Malbata Şenyaşar ku li pêş Edliyeya Rihayê lêgerîna xwe ya edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Mensûbên darazê yên li gor fermanên kesên hatine hilbijartin tevdigerin, wê ev îhaleya qirêj ji we re bimîne.”          Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 156'an de didome. Dayika Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îro nikaribû tevlî nobetê bibe. Ferît Şenyaşar di saetên serê sibê de hat pêş edliyeyê û dest bi çalakiya xwe ya nobetê kir.    Şenyaşar, pankarta ku wêneyê bavê wî Haci Esvet û birayên wî Adil û Celal Şenyaşar ên di êrişê de jiyana xwe ji dest dan li ser û li ser nivîsa “Di 14’ê tîrmeha 2018’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bav û du kurên xwe hatin qetilkirin. 3 sal in girtiyek jî nîne. Bila hiqûqa serdestan bi dawî bibe, ji herkesê re edalet” dinivîsî bi bariyerên edliyeyê ve kir.    ‘KOMKUJÎ NIKARE NEYÊ DÎTIN’   Ferît Şenyaşar, diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên dayika wî her ku diçe zêdetir dibin û ji vê rewşê bifikar in. Şenyaşar, daxwaza xwe ya edaletê dubare kir û wiha got: “Parlementerê partiya desthilatê, li pêş çavên cîhanê di nava nexweşxaneyê de komkujî pêk anî. Ji ber parlementer di nav de ye dozgerekî ku dozê lê veke tune ye. Hemû derî hatine girtin. Wezareta Dadê nikare vê bûyerê nebîne. Ji ber ku 7 salî heta 70 salî herkes dizane parlementer û xizmên wî komkujî pêkanî ye. Parlementerên partiya desthilatê, ji bo vê komkujiyê li me geriyan û komkujî şermezar kirin.”   ‘DÊ ÇAWA BIKEVIN NAVA GEL’   Şenyaşar, da zanîn ku li pişt parlementer Yildiz endamên damezrandina AKP’ê hene û wiha axivî: “Dê di demekî nêzîk de pêvajoya hilbijartinê dest pê bike. Ev kesên hatine hilbijartin wê çawa bikevin nava gel. Em mereq dikin di demekî ku malbatek 156 rojan li pêş edliyeyê disekine, dê çawa bi vî gelî re hevdîtinan bikin. Em dixwazin ev bê edaletî û zilm di demeke nêzik de bi dawî bibe.”   ‘WÊ ÎHALE JI WE RE BIMÎNE’   Malbatê li ser hesaba xwe ya medya sanal ev peyam parve kir: “Kesên tên hilbijartin wê biçin. Mensûbên darazê yên li gor fermanên kesên hatine hilbijartin tevdigerin, wê ev îhaleya qirêj ji we re bimîne. Hilbijêrek û malbata wî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî pêk anîye. Di serî de gelê Rihayê hemû cîhan vê yekê dizane.”