Serokê Giştî yê KKP'ê Çîftyurek: Rojava ji bo yekîtiyê zemîn e 2021-08-10 09:53:41   AMED - Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, destnîşan kir ku kurd gava biçin Lozanê divê yekîtiya xwe çêbikin û bi proje biçin. Her wiha Çîftyurek îşaret bi yekîtiyeke di ser perçeyan re kir û got: "Rojava ji bo yekîtiyê zemîn e."      Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, diyar kir ku di serdemeke ku Peymana Lozanê rojevê de ye kurd kirine çar perçe, kurd ji bo destkeftiyên xwe biparêzin divê yekîtiya neteweyî pêk bînin û ji bo vê bang li hemû aliyan kir ku gavên berbiçav bavêjin.    AMADEKARIYÊN TIRKIYEYÊ JI BO ÊRÎŞKIRINÊ    Çîftyurek, anî ziman ku Amerîka bi derketina ji Afganistanê li Asyayê serî li guherîneke taktîkî daye û NATO bi pêşniyara parastina Balafirgeha Kabîlê ya Afganistanê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve, ji bo êrîşên li ser Rojava û Herêma Kurdistana Feder dixwaze destên Tirkiyeyê xurt bike. Çîftyyurek, bi lêv kir ku dê ev polîtîka li seranserê erdnîgariya Rojhilata Navîn belav bibe û êrîşên vê dawiyê yên li Serêkaniyê, girêdayî vê yekê ne.    ‘DIVÊ KURD BI PROJE BIÇIN LOZANÊ'    Çîftyurek, destnîşan kir ku tiştên li Rojhilata Navîn diqewimin ji ber rojanekirina Lozanê ne û kurd jî divê bi projeyên têkûz biçin Lozanê. Çîftyurek, diyar kir ku bi taybetî jî divê Rêvebiriya Herêma Kurdistana Federe û Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo 2023'yan projeyên xurt çêbikin. Çîftyurek got: "Siyaseta kurd û kadroyên siyasî hemû divê têkildarî 2023'yan de siyaseta Tirkiyeyê bişopînin. Lê tişta sereke, vîzyona 2023'yan a siyaseta Kurdistanê çi ye? Projeya wê çî ye? Ji bo yekîtiyê divê çi bê kirin? Divê ev pirs bên pirsîn. Yanî dixwaze ji Lozana 2023'yan re bibêje çi? Gotina 'Ez li dijî Lozanê me' têr nake. Ji lewre destkeftiyên nû hene û îro Tirkiye dixwaze destkeftiyyên Başûr û Bakur tune bike. Heger Tirkiye keysê bibîne dê êrîş bike. Ji ber ku Tirkiye wekî meseleya man û nemanê nêzî vê dibe, êrîşên xwe didomîne."    YEKÎTIYA NETEWEYΠ   Çîftyurek, diyar kir ku gelê kurd ji bo parastina destkeftiyên xwe divê yekîtiya neteweyî pêk bîne û ji bo ev yekîtî di ser perçeyan re be divê PDK jî di nav yekîtiyê de be. Çîftyurek, got: "Partiyên siyasî ji bo destkeftiyên gelê kurd, ji bo peywir û destkeftiyên xwe çi dikin? Heger em behsa yekîtiyeke di ser perçeyan re bikin rast e, bêyî PDK'ê yekîtî nabe. Bi taybetî bi 2 an jî 3 partiyan nabe. Lê heger behsa yekîtiya li perçeyan bikin, yekîtiyeke neteweyî ya bi vî awayî tune ye. A rast dê kêmasî be, lê dê yekîtî çêbibe. Lê divê em têkildarî Lozanê de, li ser yekîtiyeke di ser perçeyan re bisekinin. Ji bo vê jî 2 an jî 3 partiyên wekî PDK'ê divên.   ‘ROJAVA ZEMÎNA YEKÎTIYÊ YE'    Di berdewamê de Çîftyurek, da zanîn ku heke li perçeyan yekîtî çêbibe dê yekîtiya neteweyî jî pêk bê û wiha pê de çû: "Niha ne li Bakur ne jî li Başûr yekîtiyeke tune ye. Yekîtiya me li Bakur çêkiriye, bes ne yekîtiyeke ji bo hilbijartinê ye. Heger em li vir û li perçeyên din tifaqa di nav xwe de bikin tifaqeke mayinde, wê çaxê dê yekîtiyeke di ser perçeyan re bê nîqaşkirin. Lê niha ji bo yekîtiyeke di ser perçeyan re tu gav tune ne. Ev yek, tenê li Rojava tê ceribandin. Çendî hevdîtinên di vî warî de hevdîtinên zehmet bin jî, dîsa girîng in. Heger hevdîtinên di navbera PYNK û ENKS'ê de baş çêbibin, dê zemîna yekîtiya gelê kurd xurt bibe."    GAVÊN BERBIÇAV   Çîftyurek, anî ziman ku niha li tu perçeyî yekîtiya neteweyî çênebûye û niha bi taybetî divê li Tirkiyeyê (Bakur) ji bo tifaqa neteweyî gavên berbiçav bên avêtin.    BANGAWAZÎ   Çîftyurek di berdewama axaftina xwe de bang li partiyên siyasî kir: "Partiyên siyasî divê bên cem hev du û xebatine berbiçav bikin û li ser bernameyeke berbiçav bixebitin. Pêdivî bi bernameyeke berfireh û tuzikeke berfireh tune ye. Pêşî em kirasekî ji bo rewşa xwe ya heyî biefsilînin. Her ku em bimeşin, em mezin bibin û tifaqa neteweyî bi keys bibe û bi gel re bibe yekpare, em ê kirasê xwe yê derbarê tifaqa neteweyî de jî mezin bikin. Ewilî ne hewce ye meriv kirasekî pir mezin bidirû. Niha rastiya me çi be, em ê çarçoveyekê li gor wê çêbikin. Ji ber ku kurd ne yek bûn, li Lozanê winda kirin. Ev tespît divê tevahiya siyaseta kurd bi rê ve bibe. Em bang li Rojavayê jî dikin. Divê em statuya li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê, bikin statuyeke mayinde. Wisa xuya dike dê di nêz de li Sûriyeyê hevdîtin dest pê bikin."    Çîftyurek, bal kişand ser rageşiya li Herêma Kurdistana Federe jî û destnîşan kir ku ev pêvajo dibe ku bibe sedema bûyerên pir talûke. Çîftyurek, destnîşan kir ku şerekî birakujiyê yê muhtemel dê bi kêrî kesî neyê û got: "Di vî şerî de kes bi ser nakeve. Me gelek caran anî zimên. Em careke din jî tînin zimên, divê pêşî li ber vê rageşiyê bê girtin."    MA / Engîn Çaglar - Mehmet Erol