Welatiyên xaniyên wan hatin xerakirin di konan de dimînin 2021-08-10 09:02:05   STENBOL  - Li taxa ku ji bo projeya çêkirina rê, biryara xerakirina 60 xaniyan hatiye dayîn, gel nerihet e û kesên xaniyên wan hatine xerakirin jî konên xwe li ser kavilên xaniyan vedane.    Li Taxa Guvercîntepe ya navçeya Başakşehîr a Stenbolê, di çarçoveya projeya çêkirina rê ya ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ve, gele xanî bi talûkeya xerakirinê re rû bi rû ne. Li taxê hin xanî hatine xerakirin û hat diyarkirin ku dê bi giştî 60 xanî bên xerakirin.    Şêniyên taxê anîn ziman ku ne wezaretê ne jî şaredariyê tu teblîxat ji wan re neşandine, tenê gef li wan xwarine ku xaniyên xwe vala bikin.    ‘DEREKE KU EM PÊ DE BIÇIN TUNE YE'    Dilşe Ortaş ku 32 sal in li vê taxê ye û xaniyê wê bi talûkeya xerakirinê re rû bi rû ye, anî ziman ku ji bo tapûya xaniyên xwe bigirin pir li ber xwe dane, lê tiştek bi dest nexistine û got: "Berê li van deran heywan jî nedimeşiyan. Av û ceryan tune bûn. Me hemûyan çêkir. Me got qey wê rê çêbikin. Lê piştî çend rojan zabiteyên şaredariyê hatin û gotin 'divê hûn hinekî din jî ber bi jor ve biçin.' Me got, 'em qebûl nakin.' Bi salan e em li vê taxê dijîn. Cihekî ku em pê de biçin tune ye."    DI KON DE DIMÎNE    Îhsan Aydinarik ku xaniyê wî hatiye xerakirin, konê xwe li ser kavilên xênî vedaye.    Aydinarik, anî ziman ku tenê nivînên xwe, pisîkên xwe û çend perçe eşya ji xanî derxistiye û got: "Ji min re gotin 'heger tu derneyê, em ê bi ser serê te de xera bikin.' Li malê pisîkên min hebûn. Dilê wan, bi pisîkan jî neşewitî. Pisîkên min di bin kavilan de man û mirin. Xwedê ji wan re nehêle. Min bikuştana, dê canê min ev qasî neêşiyana."    Aydinarik, bilêv kir ku tenê 30 hezar TL dane wan û pereyê girtiye jî jê hatiye dizîn û got: "Ew pere, têra çerezên wan ên şevekê nake. 40 sal in li vir im, lê ji min re dibêjin terorîst. Halbûkî yê terorîst ew in. Dewlet gelê xwe dieciqîne. Min doz akontenerekê li wan kir. Henekê xwe bi min kirin gotin, 'Me pere da te, here ji xwe re kontenerê bikire.'"   ‘EM Ê BI SER SERÊ WE DE BÎNIN XWARÊ'    Gûrbet Yildiz jî anî ziman ku zabiteyan zor danê ku bi 30 hezar TL'yî li hev bikin. Ayyildiz got: "Min got, qet nebe xaniyekî biçûk bidin min, yan na ez ê li derve bimînim. Lê gotin, 'em ê 30 hezar TL'yî bidin te.' Paşê gotin, 'heger tu derneyê em ê eşyayên te bavêjin derve, em ê xanî bi ser serê te de bînin xwarê û tu yê nikaribî tiştekî jî bikî.'"    Ayyildiz, diyar kir ku kesên rewşa wan a aborî nebaş li vê taxê dimînin û wekî din tu alternatîfek wan tune ye û got: "12 sal in li vira me. Min ev xênî stend. 5 salan bê av û ceryan mam. Min dar û kulîlk çandin. Naxwazim xaniyê min bê xerakirin."    ARMANC VALAKIRINA TAXÊ YE   Ûgûr Yildirim jî da zanîn ku Şaredariya Başaklehîrê di sala 2016'an de xwestiye wan ji taxê derxin, lê belê şêniyên taxê li ber vê biryarê rabûne û armanca wan a sereke valakirina taxê ye.    Yildirim, anî ziman ku ya ku tê kirin dijî plana îmarê ye û got: "Ev rê, rêyeke qaçax e. Şaredarî rêyeke qaçax çêdike. Heger tu dewlet bî û tu karê xwe li gor qanûnê dikî, nexwe teblîxatekê ji me re bişîne. Heger teblîxatekê bişînin, dê mirovên li vir di warê hiqûqî de doza heqên xwe bikin. Vê nelirêtiyê ji bo em doza heqên xwe nekin dikin."