Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbata Kinyazê Îbrahîm re xwest 2021-08-09 17:07:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî, ji bo malbata malbat Kinyazê Îbrahîm sersaxî xwest.   Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê twîtterê ji bo wefata Serokê Federasyona Navneteweyî ya Diyasporaya Kurd û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazakistanê Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev daxuyanî û da û ji malbata wî re sersaxî xwest. Daxuyaniya Ebdî wiha ye: " Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev, Serokê Federasyona Navneteweyî ya Diyasporaya Kurd û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazakistanê koça dawî kir. Dr. Kinyaz merivekî hêja û xwedî kedeke mezin e. Bila Serê gelê kurd û malbata wî sax be. Xweda sebrê bide dost û hevalên wî."