Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev hat veşartin 2021-08-09 16:17:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Federasyona Navneteweyî ya Diyasporaya Kurdan (FNDK) û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazakistanê Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev ku duh jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin.      Serokê Federasyona Navneteweyî ya Diyasporaya Kurdan (FNDK) û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazakistanê Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev duh ji ber vîrûsa koronayê li bajarê Almata yê Qazakistanê jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Kinyazê Îbrahîm li goristana kurdan a li gundê Aşibulaxê yê nêzî Almatayê hat veşartin.   Malbat, kesûkar û hevalên Kinyazê Îbrahîm tevlî merasîma cenaze ya li ber mala Kinyazê Îbrahîm hat lidarxistin bûn û wî ber bi rêwitiya wî ya dawin ve oxir kirin.