Malbata Şenyaşar: Ma hemwelatîbûna wekhev ev e? 2021-08-09 11:46:24   RIHA - Malbata Şenyaşar a 154 rojin lêgerîna xwe ya edaletê dewam dike, ev pirs kir: “3 mirov li nexweşxaneyê hatin qetilkirin, 3 salin îdîaname tuneye. Ma hmewelatîbûna wekhev ev e?”   Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên 3 endamên malbata wan ji aliyê parêzvan û xizmên Parlameterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, 154 rojin çalakiya xwe ya nobeta “Edaletê” ya li pêş Edliya Rihayê dewam dikin. Malbat, di saetên serê sibê de hatin pêş edliyê û dest bi nobeta xwe kir.      ’23 KES BILA BÊN DARIZANDIN’   Ferît Şenyaşar ê di çalakiya nobetê de axivî, peyam da ku ew ê çalakiya xwe bi biryardarî bidomînin. Şenyaşar, diyar kir ku parlamenterekê û malbata wî li nexweşxanê komkujiyek pêk anîn û wiha got: “3 mirovên me bi linçe qetil kirin. Bi ser vê bûyerê re 3 sal derbas bûn. Kesên komkujî kirin, diyarin. Dozger ji me re gotibû ku 23 kesên êrişkar tespît kirine. Em jî vê yekê dibêjin. Ger dewleta Tirk, dewletek hiqûqî be, wê demê bila pêşiya darizandina van 23 kesan veke û wan bigire. Bila ceza li wan bê berîn, da ku em jî biçin mala xwe. Dayika min 65 saliye. Dibin zilmê de dijî. Ger li Tirkiyeyê misqalî zere edalet hebe, dozgerên bi wijdan hebin, dê vê edaletê pêk bînin. Zexta siyasî li ser darazê heye. Destûrê nade ku dozger peywira xwe bi cih bînin.”   HEMWELATÎBÛNA WEKHEV   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal jî, ev parvekirin kir: “Li gelek deverên Tirkiyeyê, bêhiqûqî heye. Kes nikare vê înkar bike. Lê bêhiqûqiya li Edliya Rihayê, di rêza yekem de cih digire. (3 mirov li nexweşxanê hatin qetilkirin. 3 salin îdîaname tuneye). Ma hemwelatîbûna wekhev ev e?