Hiqûqnas Kanar: Divê pergala muebbeta giran bi dawî bibe 2021-08-09 09:00:41   STENBOL - Hiqûqnasê cezayê Ercan Kanar, cezayê "muebbeta giran" ku bi sewqkirina biryara DMME'yê ya Ocalan a ji bo Konseya Ewropayê careke din hat rojevê nirxand û diyar kir ku divê cezaya muebeta giran bi dawî bibe û ev tişt got: "Tirkiye şertên Mandela bin pê dike."   Buraya Hiqûqê ya Asrinê ku parastina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dike, ji ber ku muwekîlê wan li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin îzolasyona civakî de tê girtin û cezayê heta hetayê ku beyî bêtehliyekirin lê hatiye birîn li dijî xala 3'emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHS) ku îşkence û memeleya xerab qedexe dike ye, di sala 2003'an de li serî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. DMME'yê di 18'ê adara 2014'an de vê serlêdanê nirxand û biryar da "Ocalan 2" ku cezayê heta hetayê yê bêyî berdana bişert li dijî xala 3'emîn a AÎHS'ê ye.   Piştre DMME'yê, heman biryarê ji bo Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Cîvan Boltan jî da. Ji hêla kesên ku serlêdan kirine ve rexmî ku di ser biryara pêşane ya Ocalan de 7 sal derbas bûye jî ji bo sererastkirina cezayê muebbeta giran ku şertê wê yê berdanê tune ye tu sererastkirineke qanûnî nehatiye kirin. Di nav 7 salên borî de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî pêkanîna biryara DMME'yê negirt rojeva xwe. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Hiqûqî û Civakî (TOHAV), ji bo ku biryara DMME'yê ya derbarê Ocalan, Kaytan, Gûrban û Boltan bi awayekî lezgîn bigire rojeva xwe serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (AK) dan.    DIVÊ BARO JÎ SERLÊDAN BIKIN   Hiqûqnasê cezayê Parêzer Ercan Kanar, diyar kir ku çiqas dereng mabe jî serlêdan girîng e û got ku divê hê zêdetir sazî tevlî serlêdanê bibin. Kanar, bi lêv kir ku divê Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê û baro jî tevlî serlêdanê bibin û wiha got: "Lê mixabin heta niha li dijî pergala înfazê ya cihêkar û nîjadperest Yekitiya Baroyan û rêveberiyên baroyên Îzmîr, Enqere û Stenbolê dengê xwe dernexistine. Beriya bi salan Komîteya Wezîran AK'ê ku serlêdan lê hatiye kirin ji bo hikûmetên eleqedar di biryara xwe ya pêşniyarê de peşniyar kiribû ku cezayên di navbera 8 û 14 salan de careke din di ber çavan re bên derbaskirin. Dîsa di cezayên muebbetê de jî şertê ku di navbera 8 û 14 salan de di ber çavan re bên derbaskirin heye. Ev ji biryarên DMME'yê pêşdetir e. Di biryara DMME'yê de pêşniyara 25 salan heye."   BIRYARÊN HEMAN ÊN DMME'YÊ   Kanar, biryarên beriya niha yên DMME'yê yên derbarê Vînter û Yên din/Malnişînin Yekgirtî bi bîr xist û got ku di vê biryarê de jî bi awayekî zelal mafê hêviya azadiyê yê girtî pêk hatiye û ev tişt got: "Di biryarê de hatiye destnîşankirin ku divê demên cezayan di demên diyarkirî de di ber çavan re bên derbaskirin û ev di qanûnên înfazê yên dewletên neteweyî de cih bigirin. Dîsa di biryara Kafkarîs/Qibirsê de ev xisûs hatine destnîşankirin. Mafê her mirovî heye ku heta sax be azadiyê bibîne. Lewre sûc û wesafa ceza çi dibe bila bibe, armanca bingehîn a hiqûqa înfazê başkirina kes û qezenckirina wî ya civakê ye. Ev xisûs di cezayên muebbeta heta hetayê de tune ne. Ev rewş ji ber ku bûye qorîdora mirinê jiyana bi xwe jî bûye ceza. Bi ceza re jiyana bi xwe jî bûye ceza. Lewre ev li dijî xwezaya mirov e. Hem di hêla hiqûqê ve pêkanîneke cihêkar e hem jî di hêla polîtîk de jî pêkanîneke nîjadperest e."   PERGALA PATRÎMONYAL    Di berdewamê de Kanar, da zanîn ku ji ber Tirkiye ne dewleta hiqûqê ye biryarên mijara gotinê ne pêk nayne û wiha pêde çû: "Di 10 salên dawîn de AKP'ê hiqûqê ji holê rakiriye. Tirkiye veguheriye pergaleke patrîmonyal. Mexseda min ji vê bûye dewleteke mîna şîrketê. Li ser vê jî baveke dîktator heye. Ji ber vê biryarên DMME'yê pêk nayên. Komîteya Wezîran a AK'ê ji pêkanîna biryarên DMME'yê berpirsyar e. Divê komîte bi wêrek tevbigere û Tirkiyeyê hişyar bike. Heke hişyarî neyê guhdarkirin divê biryarê bibe Daîreya Mezin a DMME'yê. Piştî ku biryara Daîreya Mezin jî derket divê derbasî danekirina bibe. Ji bo çareseriyê dikare mafê bikaranîna dengê AK'ê ji destê wê bê girtin û ji endamtiya AK'ê bê derxistin. Lê ji ber ku Ewropa demeke qels dijî biryarên xwe bi xwe jî pêk nayne. Biryarên aborî û polîtîk dibin asteng ku van danekirinan pêk bîne."   BIRYARÊN MANDELA    Kanar, bi bîr xist ku di sala 1955'an de Neteweyên Yekbûyî (NY) hin şertên mecbûrî ku divê ji bo girtî û hikumxwaran pêk bên çêkiriye û di sala 2005'an de bi navê Mandela ev şert hatine revîzekirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Şertên Mandela hatine binpêkirin. Li gorî van şertan divê cezayê hucreyê yê demeke dirêj qet tunebe. Di cezayen giran ên dîsiplînê de jî divê hevdîtina bi malbatê re neyê astengkirin. Çi dibe bila bibe divê girtî li nêzî malbata xwe bê girtin. Dîsa divê têkilî û hevdîtina bi parêzeran re neyê astengkirin. Hemû weşanên ku nehatibûn qedexekirin divê bê sansûr bên dayîn. Divê qeydên ku derbarê mehkûm de tên girtin mînakeke wan radestî mehkûm jî bê kirin. Lê Tirkiyeyê şertên Mandela bin pê kiriye. Ji bo pêkanîna van biryaran divê zextên li ser muxalefetê bên zêdekirin. Ne tenê HDP divê partiyên ku xwe weke sosyal demokrat îfade dikin û TÎP hê zelaltir dengê xwe derbixin. Divê cezayê heta hetayê ji qanûna cezayê bê derxistin. Êdî ev ceza dema xwe têje kiriye. Ji bo vê divê saziyên mafên mirovan û hiqûqê dest bi kampanyayan bikin."   MA / Ferhat Çelîk