Kinyazê Îbrahîm jiyana xwe ji dest da 2021-08-08 20:35:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Federasyona Komeleyên Kurdên Sovyeta Berê Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm jiyana xwe ji dest da.         Serokê Federasyona Komeleyên Kurdên Sovyeta Berê û Serokê YekîtiyaKurdên Qazakistanê Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev, ji ber nexweşiya xwe koronayê li Nexweşxaneya Almatayê ya Kazakistanê jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Kinyazê Îbrahîm 20 roj berê bi coronayê ketiye û tedawiya wî li Nexweşxaneya Almatayê ya Kazakistanê hatiye kirin. Wê cenazeyê Kinyazê Îbrahîm heta çend rojan wê li Kazakistanê bê veşartin.    KINYAZÎ ÎBRAHÎM KÎ YE?   Kinyazê Îbrahîm di 1ê Gulana 1947 li Ermenîstanê ji dayik bûye. Beşa fîlologiyê li Zanîngeha Ermenîstanê xwendiye û paşê têza xwe ya doxtoriyê li ser têkiliya Edebiyata Kurdî pêşkêş kiriye, demeke dirêj di zanîngehê de serpereştiya ziman û edebiyata cîhanê kiriye. Ji bilî çapkirina 30 pirtûkan, 600-700 nivîsên wî li ser çand, dîrok, ziman, û wêjeya kurdî hene. Nivîs û pertûkên wî bi zimanên rûsî, azerî, ermenkî, tirkî û çend zimanên din hatine çapkirin.