Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn 2021-08-08 14:02:00 WAN - Rojnameger Denîz Firat a di êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kampa Mexmûrê de jiyana xwe ji dest da bû, li ser gora xwe hat bibîranîn. Di bîranînê de, têkoşîna Firat hat bibîrxistin û hat gotin: “Li dijî tarîtiyê bû ronahî.”   Rojnameger Denîz Firat a di êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kampa Mexmûrê de, jiyana xwe ji dest da bû, li ser gora xwe ya li gundê Xeçxatûn a girêdayî navçeya Ebexê ya Wanê hat bibîranîn. Platforma Rojnamegerên Jinên Mezopotamya (MKGP), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG), hevalên rojnameger ên Firat û malbata wê beşdarî bîranînê bûn.    LI DIJÎ TARÎTIYÊ BÛ RONAHÎ   Endama MKGP’ê Safiye Alagaş di bîranînê de axivî û wiha got: “Xebatkarên Çepemeniya Azad, wê tu carî pênosa Denîz li erdê nexin. Denîz ji aliyê hêzên tarî ve hat qetilkirin. Lê ew li dijî tarîtiyê, ji bo Çapemeniya Azad û jinên Kurd rêya ronahiyê vekir. Em li ser gora wê cardin soz didin. Em ê têkoşîna wê her daîm dewam bikin.”   DEST JI BERXWEDANÊ BERNEDA   Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî, di axaftina kir de wiha got: “Îro ji bo bîranînan Denîz Firat em li vê derê ne. Di heman demê de, salvegera qetilkirina nûçegihanê Ozgur Gundem ê Bedlîsê Ferhat Tepe û nûçegihanê Ozgur Gundemê yê Serêkaniyê Huseyîn Denîz e. Wek tê zanîn Huseyên Denîz di 9’ê Tebaxa 1992’yan û Tepe jî 8’ê Tebaxa 1993’yan de hatin qetilkirin. Denîz Firat di êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kampa Mexmûrê de, bi kameraya xwe di çeperên herî pêş de cih digirt. Kêliyekê bi tenê jî, dest ji berxwedana xwe berneda. Rewş li wê derê ji raya giştî re ragihand. Di encama vê berxwedana xwe de birîndar bû û şehîd ket.”    Altan, dest nîşan kir ku Denîz Firat, Ferhat Tepe û Huseyîn Denîz parêzvanên herî xurt ên Çapemeniya Azad bûn û wiha bi dawî kir: “Em şopdarê wan e. Em ê têkoşîna wan her daîm dewam bikin. Me têkoşîn û berxwedana wan ji bîr nekiriye û em ê nedin ji bîr kirin.”   PÊNÛSA WÊ LI ERDÊ NEMA   Birayê Denîz Firat Seyat Yildiztan jî, diyar kir hevalên Denîz pênûsa wê li erdê nehiştin û wiha got: “Em ê jî weke malbata wê şopdarên têkoşîna wê bin. Serê gelê Kurd sax be.”   Bîranîn, piştî danîna qurnefîlan a ser gora Firat û xwendina duayan bi dawî bû.