Li Amedê zarokek bi çekê ji serê xwe birîndarkirî hat dîtin 2021-08-08 11:25:33   AMED - Li navçeya Rezanê, zarokek bi çekê ji serê xwe gulebarankirî hat dîtin.   Li Taxa Mevlana Halît a girêdayê navçeya Rezan a Amedê, H.K. ê 14 salî duh di odeya mala xwe de bi çekê ji serê xwe gulebarankirî hat dîtin. Malbata H.K., çawan ku ji bûyerê haydar bû, agahî da ekîbên tenduristiyê û polîsan. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer, mudaxileyî H.K. ê bi giranî birîndar bûyî bi ambulansê rakirin nexweşxaneyek taybet a bajêr. Hat diyarkirin ku H.K. di lênêrîna awarte de, tê dermankirin.    Li aliyê din polîsên ku hatin cihê bûyerê jî dest bi lêpirsînê kirin.