Malbata Şenyaşar 'Doza Treblinka' li bîra dozgeran xist 2021-08-08 10:55:15 RIHA - Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin bi mehan e nobeda edaletê digire, darizandina 'Doza Treblinka' ya têkildarî sûcên şerê Nazî li bîra 8 dozgerên li dozê mêze dikin xist.   Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizm û parêzvanên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bibû, çalakiya xwe ya  "Nobeda Edaletê" di roja 153'yemîn de dewam kirin. Malbatê ji ber ku avahiya edliyê îro girtî bû, nobeta xwe li mala xwe ya Pirsûsê dewam kir.    Malbata Şenyaşar mîna her roja çalakiyê, li ser hesabê Twitterê peyamek parve kir û vê carê bal kişand ser Doza Treblinkayê.   Malbatê wêneyê deh bersûcên di Doza Treblinkayê de dihatin darizandin parve kir ku rûyê wan girtî bû û ev peyam da: "Di sala 2018'an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bav û 2 kur hatin qetilkirin. Dozgeriyê 23 kesên ku komkujî pêk anîn tespît kir. Hîna jî kes nehatiye girtin. Dema ku wezîfeya wekîlê ku di nava bûyerê de ye qediya, rewşa 8 dozgerên vê dosyayê jî, wê bi vî rengî be..."   Dozên Treblinkayê ku bi rengê du dozan hate meşandin, endamên berê yên SS darizand ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li kampên komkirinê yên Treblinkayê dixebitîn. Doza destpêkê sala 1964'an, doza duyemîn jî sala 1970'î dest pê kiribû.