Bavê Sara Kaya hat definkirin 2021-08-08 10:04:37   MÊRDÎN - Bavê Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya Galîp Yûsûfoglû hat definkirin.   Bavê Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya Galîp Yûsûfoglû pêr jiyana xwe ji dest da. Kaya ya di Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê de dimîne, ji bo ku beşdarî merasmîma cenazeyê bavê xwe bibe serlêdan kir. Lê  Walîtiya Mêrdînê û Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê, bi hinceta "em nikarin ewlekariya wê bigirin" ev daxwaza Kaya red kirin. Piştî serlêdana parêzeran û hewldanên Navenda Giştî ya HDP'ê, destûr hat dayîn ku Kaya beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bibe.   Merasîm cenaze li navçeya Nisêbînê hat lidarxistin. Bi hinceta pandemiyê destûr hat dayîn ku tenê 30 kes beşdarî merasîmê bibin.   Bavê Kaya Yûsûfoglû, piştî wacîbeyên olî, li Goristana Hecacê hat definkirin.