Şaredariya AKP'î cihêkariyê dike 2021-08-08 09:52:07 ŞIRNEX - Şaredariya AKP'î ya Şirnexê di xizmetê de cihêkariyê dike. Şaredariyê ku 2 meh in li Taxa Bahçelîevlerê xebatên ji bo rê daye destpêkirin, li deverên kesên ne AKP'î rêyan çênake. Şeniyên taxê bertek nîşan dan û gotin: "Divê şaredarî bi awayekî wekhev tevbigere."    Şaredariya Şirnexê ya AKP'î, di xizmetê de cihêkariyê dike. Li Taxa Bahçelîevlerê, devera ku xaniyên HDP'î lê ne, rê çênake. Şeniyên ku ji bo pirsgirikên xwe bînin ziman çûn şaredariyê, ji wan re wiha hat gotin: "Hûn HDP'yî ne em rêyên we çênakin. We raya xwe dabe kê, bila ew rêyên we çêbikin."    'TENÊ XIZMETA AKP'IYAN DIKE'    Ji şeniyên taxê Berîvan Salgucak, anî ziman ku şaredariya AKP'î ji roja dest bi kar kiriye heya niha bi cihêkarî xizmetê dike. Salgucak got: "Rêyên taxê yên jêr hemû çêkirin. Lê yê me çênake. Şaredarî cudahiyê dike. Di dema hilbijartinan de got, ew ê ferq û cudahiyê nekin. Lê niha tenê ji AKP'yiyan re xizmetê dike. Şaredariyê gotiye, 'Em ê rêya malên jêr çêkin, lê yên jor di çi halî de bin bila di wî halî de bin.' Gundiyan xwest bi şaredariyê re hevditinê pêk bînin, lê şaredarî tenê bi AKP'yiyan re civiya. Tişta ku me bihîstî şaredariyê ji wan re gotiye, 'Hûn HDP'yî ne em rêyên we çênakin. We raya xwe dabe kê, bila ew rêyên we çêbikin.' Em dixwazin ku şaredarî dev ji vê ferq û cudahiyê berde."   'DIVÊ ŞAREDARÎ WEKHEVIYÊ ESAS BIGIRE'    Ayfer Yilmaz jî diyar kir ku divê demildest şaredariya AKP'î dev ji vê nêzikatiya xwe berde û şaredarî divê cudahiyê nexe navbera welatiyan. Yilmaz got: "AKP, di navbera şeniyên taxê de cudahiyê dike. Tax kirine 2 perçe. Xizmeta perçeyekê dike, ya din nake. Ji bo xizmetdayînê me gelek daxwazname jî ji şaredariyê re şandin. Lê mixabin ev daxwaziyên me pêk nehatin. Qenalîzasyonên jêr çêkirine, lê yên me çênake. Qenalîzasyonên ku çêkirin jî derê wan vekirî hiştine. Zarokên me bikevin van bîran wê kî hesab bide? Her wiha ceyranên me û  ava me ne jî ne saxlem in. Wa zivistan hat, lê rêyên me çênakin. Zarokên me heta ku di vê rêyê de diçin diqerimin. Li ser pirgirêkên me nasekinin. Şaredarî gelek cudahiyê dike. Pirgirêkek gund hebe şaredarî ji me napirse diçe ji AKP'yîyan dipirse. Dema ku li gund alikariyê belav dike, tenê dide AKP'yiyan. Divê şaredarî bi awayekî wekhev bixebite."    Ji welatiyan Mariya Başkurt jî bi lêv kir ku ew bi salan e bi vê pirsgirêkê re rû bi rû ne û wiha bilêv kir: "20 sal in ez li vî gundî me. Di her hilbijartinê de dibêje em ê wiha bikin. Lê dema ku tên hilbijartin tiştekî nakin. Zivistan hat hê rêyên me çenekirine. Rêyên AKP'yiyan çêkir, lê yê me çênake. Ew hevalên wan in ji ber wê rêyên wan çêdikin û yên me çênakin. Em vê helwesta şaredariyê qebûl nakin."   Medîne Yilmaz jî diyar kir ku şaredariyê bi zanebûn rêyên wan xera kirine û çênake û daxwaz kir ku şaredarî bi awayekî wekhev nêzî her welatiyî bibe.    MA / Zeynep Dûrgût