ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2021'AN 2021-08-08 09:01:07   * Endama Desteya Rêvebir a TOHAV'ê Ayşe Bîngol Demîr ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serî li Komîteya Konseya Ewropayê da, got: "Heger komîte bi awayekî cuda nêzî Ocalan nebe, dibe ku dosye cardin biçe DMME'yê."    * Endamê Desteya Rêvebir a TÎHV'ê Umît Bîçer, anî ziman ku ji ber ku îqtidar ji dêvla çareseriyên demokratîk tahdeyê tercîh dikin îşkence zêde dibe û got: "Beramberiya wê ya li Tirkiyeyê jî, têkildarî meseleya kurdî rêya ku îqtidarê tecrîh kiriye bi xwe ye."    * Di ser koça hunermend Aram Tîgran re 12 sal derbas bûn. Hunermendan got: "Niha dibe ku bi bedena ne di nav me de be, lê bi muzîka xwe dijî."    * Li Çewligê ku rêjeya aşiyê kêm e, saziyên karbidest û rêxistinên civaka sivîl xebatên "serwextkirinê" nakin, varyanta Deltayê pir zû belav dibe û ûnîteya beşa awarte ji sedî 80 tije bûye.    * Şaredariya AKP'î ya Şirnexê di xizmetê de cihêkariyê dike. Şaredariyê ku 2 meh in li Taxa Bahçelîevlerê xebatên ji bo rê daye destpêkirin, li deverên kesên ne AKP'î rêyan çênake. Şeniyên taxê bertek nîşan dan û gotin: "Divê şaredarî bi awayekî wekhev tevbigere."    * Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 153'yemîn de dewam bike.   * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, wê bi şîara "Li hemberî faşîzmê em xwe birêxistin dikin" li gundên Colemêrgê bi welatiyan re bên gelhev. (11:00 - 17.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê, di çarçoveya kampanya "Ji Xizantiya Jinê Re Na" de, wê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê karkerên çandiniyê ziyaret bike. (11.00-17.00)