Li Wanê birûskê dîsa mirovek kuşt 2021-08-07 11:29:08   WAN - Li navçeya Elbakê şivanê bi navê Kazim Yilmaz di encama lêdana birûskê de, jiyana xwe ji dest da.    Bavê 5 zarokan şivan Kazim Yilmaz (56) ê li gundê Sewkan ê navçeya Elbak a Wanê dijiya, dema pezê xwe diçerand birûskê lê da û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yilmaz ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê. Malbata Yilmaz piştî kirariyên otopsiyê cenaze wergirtin û li goristana gund veşartin.    Di hefteya derbasbûyî de jî li gundê Kurçekalo yê navçeya Qelqeliyê Yûsûf Kaan û li gundê Pirmeyrem jî Arda Amaç di encama lêdana birûskê de jiyana xwe ji dest dabûn.