HDK’ê li dijî nijadperestiyê banga yek dengiyê kir 2021-08-07 11:26:08 MÛGLA - Meclîsa Jinan a HDK’ê ya Mûglayê, li dijî êrişên nijadperest ên ligel şewatên daristanan zêde bûn, banga yek dengiyê kir.    Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Mûglayê têkildarî şewatên daristanan û êrişên nijadperest ên li gel şewatan dest pê kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. HDK’ê, diyar kir ku li gel şewatên daristanan provakasyonên nijadperest xistin meriyetê.    ‘SEDEM HIŞMENDIYA RÊVEBERIYÊ YE’   HDK’ê destnîşan kir ku li cîhanê qeyrana avhewayê tê jiyîn û wiha got: “Şewatên daristanan, lehî, hişkesalî çêbûn. Canên me qadên jiyana me şewitîn. Ji xwe bi salan e welat ji aboriyê heta siyasetê, jiyana civakî heta polîtîkayên perwerde û tenduristiyê dişewitî. Niha jî bi awayekî fîzîkî dişewitin. Li Tirkiyeyê û cîhanê sedemê vê yekê hişmendiya rêveberiyê ku tu berpirsyartiyê negire serxwe ye.”   ŞEWAT Û NIJADPERESTÎ   HDK’ê da zanîn ku ligel şewatên daristanan êrişên nijadperest jî zêde bûn û wiha berdewam kir: “Ligel şewatê nijadperestî jî xistin meriyetê. Mejiyê nijadperest firsendê digere. Kesên îro rê digirin û kesên jê guman dikin lêkolîn dikin, zêdetir pêş ve diçin û dikevin hewldanên lînckirinê. Me ev yek beriya çend rojan li Meramê dît, me bi qetilkirina malbateke kurd jiya.”   ‘LI DIJÎ NIJADPERESTIYÊ EM BIBIN YEK’   HDK’ê, diyar kir ku destûrê nadin êrişên nijadperest û ev bang kir: “Em weke jinên ku li Mûglayê dijîn, destûr nadin ku ev hişmendî rê li ber komkujiyên nû veke. Em bi biryar in ku nijadperestiya me tîne hemberî hev têk bibin. Li dijî êrîşên ser xweza, sewal, jinan û qadên jiyana me, ji bo mafên xwe em wek rêxistinên jinan ên li Mûglayê bibin yek deng.”