DAIŞ'ê êrişî Mexmûrê kir: 2 kes revandin 2021-08-07 11:25:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Mexmûre, DAIŞ'ê êrişî sivîlan kirin. Di êrîşê de 3 kes birîndar bûn û 2 kes hatin revandin.   Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev, êrişî gudê Kendal ê girêdayî navçeya Mexmûrê ya Mûsilê kirin. Li gorî nûçeya Rojnewsê, di dema derbasbûna welatiyên sivîl de, çeteyan gule li wan reşandin. Di encamê de 3 sivîl birîndar bûne, 2 jî revandin.   Heman çavkaniyan destnîşan kir ku di navbera çete û pêşmergeyan de şer jî rû daye. Navê welatiyên sivîl ên hatine revandin jî wiha ne: Yusif Mihemed Girdeşîneyî û Mam Bekir Husên Mastfiroş.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku 5’ê Tebaxa 2021’an, li heman cihê ku êrîş pêk hat, di bin kontrola hêzên pêşmergeyan de ye, heman rojê DAIŞ’ê 3 stûnên elektirîka giştî ya tê Mexmûrê teqandibû. Heta niha jî Mexmûr û gundewarên wê bêelektirîk in.   Heman demê duh salvegera êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser navçeya Mexmûr û dîsa kampa Penaberan a Mexmûrê bû.