Bijîşk: Divê polîtîkaya aşiyê bê guherandin 2021-08-07 09:13:38 STENBOL - Bijîşkan diyar kir ku îqtidar nikare pêvajoya pandemiyê bi rê ve bibe û divê polîtîkayên aşiyê bên guherandin.  Piştî pêvajoya asayîbûnê ya qedeme bi qedeme dest pê kir û di 1'ê Tîrmehê de tevdîr bi temamî hatin rakirin, hejmara pêketiyan zêde bûn û niha bi ser 24 hezarî ketine. Hejmara pêketiyan di 1'ê Tîrmehê de 5 hezar û 288 hezar bû, lê ji 5'ê Tebaxê ve bi ser 24 hezarî ket. Her wiha krîza di warê aşîbûnê de jî hê nehatiye çareserkirin. Li gor daneyên Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), heya 4'ê Tebaê hejmara kesên du doz aşî bûne 27.8 milyon e.    Bijîşkên li Stenbolê, hejmara pêketiyan ku cardin zêde bûye û polîtîkaya aşiyê ya îqtidarê nirxandin.    HEJMARA PÊKETIYAN DI SER 20 HEZARÎ RE YE   Endama Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Stenbolê Rûkiye Eker Omeroglû, anî ziman ku bi pêvajoya asayîbûnê ya biqedeme re hejmara pêketiyan bi ser 20 hezarî ketiye û hejmara miriyan jî zêde bûye. Omeroglû, anî ziman ku pêketiyên nû bi piranî welatiyên bêaşî ne û ên bi varyanta Deltayê ne. Omeroglû got: "Gava îqtidar tevdîr rakirin, gotibû 'em ê bi awayekî bikontrol û qedeme bikin.' Lê çendî hejmara pêketiyan zêde bûyye jî, heya niha tu tevdîr nehatine girtin. Heger wisa biçe, di dema dibistanan de dê pirsgirêkeke mezin rû bide."    DÊ BI AŞIYÊ PÊŞÎ LÊ BÊ GIRTIN    Omeroglû destnîşan kir ku ji bo pêşî li ber vê bê girtin di warê maske û aşiyê de divê hin gav bên avêtin û ji bo aşiyê got: "Ez bijîşkeke 44 sala me û bijîşka zaroka me. Di salên ewil ên bijîşkiyê de ji ber tetenoz, sorik, hwd. rojê herî kêm 3-4 cenaze ji klînîkê derdiketin. Lê niha xwendekarên tibê di warê van nexweşînan de nayên perwerdekirin. Ji lew re ev nexweşîn bi aşiyê ji holê hatin rakirin. Aşî, pêşî li ber nexweşînan digire. Ji kerema xwe aşî bibin."    NEXWEŞXANE TIJE BÛN    Endamê Desteya Rêvebir ê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Mûrat Ekmez jî, bibîr xist ku cardin hatine asta pîkê û got: "Niha nexweşxaneyên pandemiyê yên Stenbolê cardin tije bûne. Ji bo pêşî li ber vê bê girtin, divê ji bo kesên ji derveyî welêt tên tevdîr bên girtin. Havînê turîzm kirin hincet û bi milyonan kes hat welêt. Testa PRC'ê ya yekî jê jî nekirin."    Ekmez, destnîşan kir ku polîtîkaya îqtidarê ya di vî warî de kêm û qels e û ji bo aşîkirinê tu xebat nehatine kirin û xebatên wan bi xwe jî hatine manîpulekirin. Ekmez got: "Çapemeniya nêzî îqtidarê hema bibêje dijberî aşiyê yye. Çapemeniya hewzê daxuyaniyên Odeya Bijîşkan a Stenbolê manîpule dike û nûçeyên dewre çêdike. Îqtidar divê têkildarî dijberiya aşiyê, polîtîkayeke çalak esas bigire."    MA / Kadîr Guney