Bi hezaran kes bi meşeke girseyî tecrîdê şermezar kir 2021-08-06 19:54:03   COLEMÊRG - Li Geverê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî hat şermezarkirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got: "Îqtidar ji ber ku êdî vî welatî bi rê ve bibe, şermezar bûye, nikare derkeve pêşberî gel. Meraq nekin, Ebbas rêwî ye, AKP rêwî ye."    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya "Dem dema azadiyê" esnaf ziyaret kirin. Esnafan Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn bûldanê bi çepik û tilîliyan pêşwazî kirin. Gel jî tevli serdanan bû û serdan veguherî meşekê. Piştî serdanê meş heya ber avahiya HDP'a navçeyê dewam kir û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.    Çendî ku baran dibariya jî bi hezaran kes dev ji meşê berneda. Piştî melê girse li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê kom bû. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan malavayiya gel kir ji ber eleqe û coşa wan.    Bûldan, diyar kir ku kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" kampanyayeke tevahiya bajarên Tirkiyeyê dihewîne û got: "Li ku zilm hebe, li ku mexdûriyet hebe em berê xwe didin wir."    ‘EBBAS RÊWÎ YE'    Bûldan, diyar kir ku welêt bi krîz, alozî û felaketan re rû bi rû maye û got: "Lehî radibe, şewat çêdibin, êrîşên nîjaperest çêdibin, komkujî çêdibin lê li holê tiştekî bi navê hikûmetê tune ye. Êdî em baş dizanin ku nikarin welêt bi rê ve bibin. Ji ber ku nikarin bi rê ve bibin, şermezar bûne, nikarin derkevin pêşberî gel. Meraq nekin, Ebbas rêwî ye, AKP rêwî ye."    ‘DÊ GEVER HESAB BIPIRSE'    Bûldan bal kişand ser qeyûmên tayinî şaredariyan hatine kirin jî û got: "Li vir piştî baraneke kurt me, dît bê rê ketin çi halî. Aha feraseta qeym ev ku layiqî gelê Geverê dike. Pirsgirêka herî mezin a Geverê, pirsgirêka qeyûm e. Ez feraseta ku vîna gel binpê kiriye û dest daniye şaredariyê şermezar dikim."    Bûldan, anî ziman ku dê gelê Geverê xwedî li vîna xwe derkeve û dê wan qeyûman bişîne Enqereyê cem xwediyên wan û got: "Gelê Geverê van kirinan ji bîr nake û dê di dema sindoqan de hesab bipirse."    Bûldan, diyar kir ku kurd bi zilmeke mezin re rû bi rû ne û got: "Kesên her roj HDP'ê dikin hedef û heqaretan dikin, bila werin vê sekna gel bibînin. Bila fêm bikin bê gel çawa xwedî li HDP'ê derdikeve. HDP, nayê girtin, dê gel nehêle HDP bê girtin. HDP ne avahiyek e ku deriyê wê bê qufilkirin. HDP, daristan e, çivîk e, HDP hûn in. Hêz û quweta tu kesî nikare HDP bigire. Em ê nehêlin."    ‘EM Ê BI SER BIKEVIN'    Bûldan, diyar kir ku gotineke AKP ku ji gel re bibêje nemaye û got: "Teqez em ê bi ser bikevin. Bila tu şik û gumana kesî tune be."