HDP'iyan li Xinûsê meşeke girseyî li dar xistin 2021-08-06 16:49:43   ERZIROM - Bi beşdariya parlamenterên HDP'ê li navçeya Xinûsê meşeke girseyî hat lidarxistin.    Di çarçoveya xebatên "Em HDP ne li her derê ne" parlamenterên HDP'ê Sezaî Temellî, Hişyar Ozsoy û Dîlan Dîrayet Taşdemîr, serdana navçeya Xinûsê ya Erziromê kirin. Parlamenter, bi girseya ku wan li têketina navçeyê pêşwazî kirin re heta navenda navçeyê bi dûrişmeyan meşiyan. Parlamenterên ku li navendê derbasî avahiyê HDP'ê ya navçeyê bûn, pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin.    'GEL DERS DIDE DESTHILATÊ'   Di hevdîtinê de Parlamentera HDP'ê ya Agirêyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, xîtabî gel kir û got ku gel bi xwedîderketina li partiya xwe derseke baş daye desthilatê. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî jî got ku ji axaftinê zêdedit hatine guhdarkirina gel û bal kişand ser xizaniya li Xinûsê û ev tişt got: "Bi taybetî di qada çandiniyê de pirsgirêk hene. Mirovên li vir bi çandiniyê debara xwe dikin tên cezakirin. Em ji bo guhertina vê pergalê têdikoşin."