3 kesên komkujiya nijadperest şermezar kirin hatin girtin 2021-08-06 10:49:14   WAN - Li Wanê, ji 10 kesên ku ji ber şermezarkirina Komkujiya Konyayê hatibûn binçavkirin, 7 jê hatin berdan û 3 jî hatin girtin.    Li Wanê, 10 kesên ku di 31'ê tîrmehê de ji ber şermezarkirina Komkujiya Konyayê ya 7 ferdên malbata Dedeogûllari hatibûn qetilkirin şermezar kirin hatibûn binçavkirin, piştî kirariyên miduriyeta polîsan derxistin edliyeyê.     Dozger, ji 10 kesên ku endama Meclîsa HDP’ê Hazal Karabey û Şêwîrmendê Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan Sînan Ok jî di nav de, 4 bi daxwaza berdana şertê kontrola edlî û 6 jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê ya Sûlhê kirin.    Dadgehê Mesût Bor, Hazal Karabey, Ferat Azan, Arjîn Tûncer, Çetîn Temel, Rojîn Varhan û Sînan Ok bi şertê kontrola edlî berdan û Rojhat Dûman, Nûrûllah Pekbay û Dilovan Dûrû jî bi îdîaya “Ji bo peywîrê nedin kirin li berxwe dan” û “Muxalefeta li dijî Qanûna Meşa Xwepêşandan û Civînê” girtin.