Li Rojava fûara 5'emîn bi dawî bû 2021-08-06 10:33:00 NAVENDA NÛÇEYAN - 5'emîn Fûara Pirtûkan a Şehîd Herekol a li Qamişloyê hat lidarxistin bi merasîmê bi dawî bû. Di fûara ku bi hezaran pirtûk pêşkêşî xwendevanan hatin kirin de, di 8 rojan de gelek bernameyên cuda hatin lidarxistin.   5'emîn Fûara Pirtûkan a Şehîd Herekol a di 29'ê Tîrmehê de li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, piştî 8 rojan bi dawî bû. Ji 7 welatan, 44 weşanxane beşdarî fûarê bûn û 130 hezar pirtûk pêşkêşî xwînêran hatin kirin. Fûara ku li Salona Şanoya Navenda Çand û Hunerê ya Mehemed Şêxo hat lidarxistin, bi merasîmekê bi dawî bû.    Ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, masmoste, xwendekar û gelek kes beşdarî beşdarî merasîmê bûn. Dayika Şehîd Herekol (Huseyîn Çawiş) ku fûara pirtûkan bi navê wî hatibû vekirin jî beşdar bû û axaftinek kurt kir. Ûm Huseyîn, di axaftina xwe de wiha got: "Hûn nivîskar, rewşenbîr, hunermend û bi taybet xwendekar, her yek ji we Herekol e, di nava xwendekaran de dibe ji Herekol baştir jî derkevin.”   Li fûarê ji zaravayên Fransî, Îngilîzî, Tirkî, Farisî, Erebî û zaravayên Kurmancî-Soranî 130 pirtûk hatin pêşandan.   Li vê fûrarê xebatên nû jî hatin kirin. Berhema Mûrray Baookchîn a ‘Ekolojiya Azadî û bajarê bê bajarvanî’ ji aliyê xebata hevpar a weşanxaneya Şier û Haqş ve bi Erebî hate wergerkirin û pêşkêşkirin. Bû yek ji pirtûka ku herî zêde eleqe ji bo wê hate nîşandan. Dîsa pirtûkên Pîerre-Joseph, Proûdhon, Pyotr Kropotkîn ên bi Erebî hatin wergerandin, cihê xwe di fûarê de girtin. Pirtûkên Roûdhon ên Mulkiyet çiye, Teoriya Mulkiyetê ku hatibûn wergerkirin, li ber çavan re hatin derbaskirin, dîsa pirtûka Kroptotkîn a Fedha Kedê di refên fûarê de derket pêşberî xwendekaran.   Li fûarê di çarçoveya wêje, huner, siyasetê de rewşenbîr, nivîskaran 10 semîner û 7 sempozyon dan. Her wiha belgefîlmek li ser Serêkaniyê û wêne hatin nîşandan.   Weşanxaneyên tevlî fûarê bûne, di nava salê de 200 pirtûkên 70 jê jin 130 mêr çap kirin. Bi vê yekê re cara yekê ye ku pirtûkên 70 jinên nivîskar hatin pîşandan. Sala borî pirtûkên 47 jinan hatin pîşandan.   Li aliyê din li Bakur û Rojhilatê Sûriye di nava salê de 120 Kurdî 200 pirtûk hatin çapkirin.   Îsal ji pirtûkên hatin çapkirin 70 Erebî, 130 Kurdî bûn. Cara yekê ye ku fûarek evqas pirtûkên Kurdî tê çapkirin û pîşandan.   Di dawiya fûarê de spasiya hemû kesên keda wan di fûarê de hene hate kirin û xelat li weşanxaneyan hate belavkirin.