Ji ber lêdana gardiyan serî li DMME'yê da 2021-08-06 09:07:28 HATAY - Cebraîl Ancar ku di Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûn de ye, ji ber lêdana gardiyan serî li DMME'yê da.  Cebraîl Ancar ê di Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûn a de ye, ji ber lêdana gardiyanê ku lêxist serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Ancar, ji sala 2009'an ve girtiye.    Di 13'ê Çileya 2020'î de gava di hucreyeke yekkeî de bûye, bi hinceta jimariya li ser pêyan qebûl nekiriye gardiyanê bi navê E.Y. jê re gotiye "Rab ser xwe, dewlet hat" û lêxistiye. Piştî vê Ancar jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê daye û giliyê gardiyan E.Y. kiriye. PIştî gilîkirinê derbarê E.Y. de lêprisîn hatiye destpêkirin, lê belê dozgerî derbarê lêpirsînê de biryara neşopandinê daye. Ancar jî bi rêya parêzera xwe Mehtap Sert serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Îskenderûnê daye û îtiraz kiriye. Piştî ku îtiraz hatiyyye redkirin, Ancar di Sibata 2020'î de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) daye. AYM jî serlêdana wî red kiriye.    Piştî hiqûqa navxweyî xitimiye, Ancar di 5'ê Tebaxê de bi rêya parêzera xwe bi hinceta "Astengkirina lêpirsîneke çalak", "Astengkirina mafê darizandina adil" û "Qedexeya îşkence û muameleya xirab"serî li DMME'yê da.    Sert, got: "Muwekîlê mbi kîjan hincetê divê di hucreya yekkesî de ji bo jimariyê rabe ser xwe? Gardiyan, ne amîrê îdarî ye. Çima ê rabe ser xwe? Kîjan hêz ji gardiyan re dibêje 'Tu dewlet î?' Peyira gardiyan ne ew e ku kesê ji aliyê dadgehê ve hatiye cezakirin cardin ceza bike û rûmeta wî binpê bike. PIştî tê derbkirin, ji îdareya girtîgehê doza rapor aderbkirinê dike. Lê wî nabin nexweşneyê. A din a rojê gava şopa jê diçe, wî dibin ser bijîşk. Em li bendê ne DMME biryara binpêkirinê bide."    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen