Li Amedê hejmara pêketiyan bû 2 hezar: Rewş qet nebaş e 2021-08-06 09:07:22   AMED - Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya, anî ziman ku di warê şewba Covîd-19'ê de rewşa Amedê nebaş e û unîteyên beşa awarte yên nexweşxaneyan bi temamî tije bûne.    Li Amedê hejmara kesên ku bi Covîd-19'ê dikevin pir zêde dibe. Niha rojê rojê li dor 2 hezar kes bi Covîd-19'ê dikevin. Endamê Desteya Navendî ya Yekîtiya BIjîşkên Tirk (TTB) Bijîşk Halîs Yerlîkaya, anî ziman ku li gel zêdebûna hejmara pêketiyan, ûnîteyên beşa awarte yên nexweşxaneyan jî bi temamî tije bûne û nexweşên divê li nexweşxaneyê bên razandin, nexweşxane wan dişînin malê.    ‘GUMANÊN ME HENE'    Yerlîkaya, destnîşan kir ku heya niha Amed û herêm bi rewşeke wisa xerab re rû bi rû nebambû û got: "Em rojê 2 hezar pêketî tespît dikin û ev hejmar her diçe zêde dibe. Li Amedê beşên awarte yên nexweşxaneyan bi temamî tije bûne. Li nexweşxaneyên dewletê hin serwîs hatine girtin. Qatên li nexweşxaneyên pandemiyê hatibûn vekirin, her diçe tije dibin. Di rojekê de 14-15 nexweş jiyana xwe ji dest didin. Xebatên fîlyasyonê baş nayên kirin. Piştî daxuyaniya di 1'ê Tîrmehê de li bajarên herêmê hejmara pêketiyan pir zêde bû. Berê jî pêvajoyek bi vî rengî rû dabû. Ji ber ku hişyariyên me û bangawaziyên me esas nayên girtin, em cardin bi rewşeke wisa re rû bi rû man û gumanên me pir in."    REWŞ QET NEBAŞ E'    Bijîşk Yerlîkaya, anî ziman ku rewşa bajarên herêmê qet nebaş e û got: "Li gel pîkên pandemiyê, dermankirina nexweşên din ên derî Covîd-19'ê bi derengî ket. Mirovên me di warê xwegihandina tenduristiyyê bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Nexweşên derî Covîd-19'ê mexdûr bûn û ji ber vê gelek nexweşan jiyana xwe ji dest da. Nexweşên pençeşêrê dereng hatin teşxîskirin. Tenduristkar hemû ji bêgavî di beşên Covîd-19'ê de xebitîn. Mafên kedkarên tenduristiyê yên teqawidbûnê, yên îstifakirin tune bûn û ew pir westiyan. Ev jî kir ku pergala tenduristiyê bixitime."    VARYANTA DELTAYÊ    Yerlîkaya, bilêv kir ku bi nexweşîneke pir cidî re rû bi rû ne û got: "Varyanta Deltayê, nexweşîneke vegirtina wê pir zêde ye. Di demeke pir kurt de ji ji kesekî gelek kes pê dikevin. Semptomên wê pir cuda ne."    Yerlîkaya, diyar kir ku heger ev nexweşîn neyê kontrolkirin, dê bibe sedema varyantine cihê xetereyeke mezin.    AŞÎ   Yerlîkaya, destnîşan kir ku li dijî pandemiyê amûra herî kartêkar a têkoşînê aşî ye û got: "Derbarê aşiyê de hin spekulasyon hatin kirin, lê piştî 4 milyar dozê me dît ku bandoreke wê ya xirab çênebûyye."   Yerlîkaya, da zanîn ku piraniya kesên li nexweşxaneyan tên razandin kesên neaşîkirî ne û got: "Kesên jiyana xwe ji dest didin hemû kesên neaşîkirî ne." Yerlîkaya, destnîşan kir ku ji bo berpirsiyaria civakî divê her kes aşî bibe.    NEWEKEHVÎ   Yerlîkaya, bilêv kir ku Wezareta Tenduristiyê di warê aşiyê de jî nebûye cihê baweriyyê û got: "Dînamîkên xwecihî, sendîkayan daxilî nav pêvajoyê nekir. Serwextkirin bi zimanê civakê, bi zimanê zikmakî nehat kirin. Herêma me di warê aşiyê de pir paş de ma. Em dikarin bêjin ku ev yek bêtir bandor li herêmê kir. Jixwe nîşaneyên giştî yên tenduristiyê yên herêmê, newekheviya tê kirin nîşan didin."    ÎQTIDAR NESERKETÎ YE   Yerlîkaya, destnîşan kir ku îqtidar pêvajoyeke ku tenduristiyya gel esas bigire bi rê ve nebiriye û got: "Beriya her tiştî divê civak, neserketîbûna îqtidarê ya di vî warî de bibîne. Ji niha û pê ve divê dînamîkên xwecihî, şaredarî, partiyên siyasî hermû daxilî nav rêvebiriya vê pêvajoyê bibin. Yan na, heger gotinên ku civakê tawanbar dikin bidomin, dê bedêlên vê yekê giran bin û em ê hîn bêtir bimirin."    PANDEMÎ NEQEDIYAYE    Yerlîkaya, anî ziman ku Covîd-19 hê jî belav dibe û got: "Pandemî neqediyaye. Li deverên girtî û bêhewa lihevkombûn xetereyek mezin e. Divê em temasê nekin. Divê maske, dezenfektan û mesafe esas bên girtin. Divê em xwe bernedin. Divê civak xwedî li tenduristiya xwe derkeve."    MA / Eylem Akdag