24 hezar û 297 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin 2021-08-05 19:48:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de 108 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 24 hezar û 297 kes pê ketin.    Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê yên derbarê Covîd-19'ê de, di 24 saetên dawî de 245 hezar û 152 test hatine kirin û 24 hezar û 297 kes bi Covîd-19'ê ketine. Hat diyarkirin ku 108 kes jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane.    Li gor daneyan, 6 hezar û 636 kes jî baş bûne.