Li Çûkûrovayê bertek nîşanî êrişên nijadperest dan 2021-08-05 15:03:10   EDENE - HDP’iyan li navçeya Çûkûrovayê bertek nîşanî êrişên nijadperest dan û wiha gotin: “Ji bo jiyaneke hevpar em rê nadin nijadperestiyê.”   Êrişên nijadperest ên li rojavayê Tirkiyeyê zêde dibin li pêş avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Çûkûrovaya Edeneyê bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin. Hevberdevka Meclîsa Edeneyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Selda Kaya, Hevserokên HDP’ê yên Edeneyê Gulseren Tûral û Mehmet Karakiş û gelek endamên partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’ê ya Çûkûrovayê Saniye Seçgîn axivî. Seçgîn, balkişand ser Komkujiya Konyayê û anî ziman ku ji ber zimanê dijminatî yê desthilatê komkujî pêk hat. Seçgîn, anî ziman ku ev ziman, hişmendî û polîtîka berhema hişmendiya ku li Tirkiyeyê jiyana hevpar jehr dide ye.    BANGA YEKITIYÊ   Seçgîn, bi lêv kir ku di şewatên daristanan de jî bi gotinên nijadperest HDP û kurd kirin hedef û wiha got: “Ev welat û daristan yên me hemûyan e. Tenê dar naşewitin, li gel mêş û moran xweza jî tune dibe. Pêşeroja me dişewite. Em bang dikin ku li dijî polîtîkayên desthilatê yên xeternak û bangên wê yên komkujiyê divê em li rex hev bisekinin. Werin em li dijî van polîtîkayên dijminatiyê, planên komkujiyê bi hev re derkevin. Werin em van bi hev re bisekinînin. Em ê weke her car planên aloziyê yên desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê vala derxînin. Ji bo jiyaneke hevpar em rê nadin nijadperestiyê.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Wê kûjer hesabê bidin gel” bi dawî bû.