Mexdûrên lehiyê bertek nîşanî hikumetê dan: Konek tenê jî nedan 2021-08-05 11:16:28   WAN - Welatiyên ji ber lehiya li Taxa Paçxûliya Jorîn a Qelqeliyê zirarek mezn dîtin, diyar kirin ku rayedaran piştî karesatê ew ziyaret kirin, lê konek bi tenê jî nedan wan.    Li Qelqelî, Elbak û Ebex ên Wanê, ji ber lehiyê gelek xanî, embar û axûrên welatiyan hilweşiyan û gelek heywan telef bûn. Malbatên ku neçar man malên xwe terk bikin, rojên zor û zehmet dijîn. Welatiyên li Taxa Paçxûliya Jorîn a girêdayî navçeya Qelqeliyê dijîn, bang alîkariyê kirin.    KON NEDAN   Welatıyên li Taxa Paçxûliya Jorîn malên wan zirar dîtin, zorî û zehmetiyên dijîn vegotin. Dayika 7 zarokan Sevkiyat Pay a ku xaniyê wê di nava heriyê de ma ye, diyar kir ku hemû eşyayên wê tar û mar bûne. Pay, zanî ziman ku wan ji rayedaran kon xwestin, lê konek bi tenê jî nedan wan û wiha axivî: “Ez û zarokên xwe li mala xizmên xwe dimînin. Di dema lehiyê de em li malê bûn. Me bi zorê canê xwe xilas kir. Lê êdî maleke me tuneye ku em lê rûnin. Yareydaran ji me re gotin ‘malên xwe paqij bikin û bikevinê.’ Mala me di nava heriyê de ma ye. Em çawan paqij bikin? Li vê malê em 9 kes dijîn. Qet nebe bila konekê bidin me.”     ALÎKARÎ NEHAT   Îbrahîm Tul jî, anî ziman ku piştî lehiyê qet alîkariya wan nehat kirin û wiha bertek nîşan da: “Ji ber pergala tora ku di kanala li taxê de hatiye sazkirin mala min di bin avê de ma. Ji ber lehiyê zirarek mezin gehişt taxa me. Rayedarên dewletê hatin rewşa me dîtin, lê tu alîkarî bi me re nekirin. Mirov hemû mexdûr bûne. Divê rayedara konan bidin me û pêdiviyên em pêşwazî bikin. Di demên karesatê de, divê rayedar bi her kesî re wekhev tevbigerin, ne tercîhên xwe yên siyasî derbixin pêş.”   DERFETÊN WAN TUNEYE   Sernaz Tul jî, da zanîn ku mala wê dibin avê de ma ye û wiha banga alîakriyê kir: “Hemû xurekên me dibin avê de man. Piştî erdhejê min mala xwe nû kiribû. Bû cara duyemîn ku mala min hildiweşe. Rewşa min a madî tuneye ku cardin mala xwe ava bikim. Hemû eşyayên me di malê de man. Me nekarî em derxînin. Em dixwazin zirare me bê pêşwazîkirin. Qet nebe bila cihekê ji me re çêbikin ku em tê de bimînin.”   RANT    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Avci yê qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin û li taxê lêkolîn û tespît kirin jî, wiha axivî: “Di navbera tespîtên me û tespîtên rayedaran de ferqek cîdî heye. Mexdûriyetek mezin rû da ye. Bi rojane em li herêmên lehî lê rabûye digerin. Divê temamiya Wanê weke ‘herêma karesatê’ bê îlankirin. Li taxan, bi armanca rantê hîn xizmet hatine kirin. Di rastiyê de, ev bûye sedema karesaetê. Ger binesazî baş bûya wê ev karesat rû neda bûya. Ev rewş wêneyê hişmendiya rant û berjewendiyê ye. Divê dewlet vîna welatiyên xwe esas bigire. Li Elbakê, 2 hezar û 500 mih mirin. Lê rayedara tenê pirsa pir û mihên mirî dike. Li aliyê din, li gorî tercîhên siyasî yên mirovan nêz dibin. Ji welatiyan re gotine, ‘Ger hûn dengên xwe didin HDP’ê wê demê biçin pirsgirêkên xwe ji HDP'ê re bêjin.’Ez rezîltiye. Dest ji vê hişmendiya xwe berdin. Divê xizmetek wekhev ji bo mirovan pêşkêş bikin.”