Li Antalyayê komên biçek rê dibirin 2021-08-05 09:04:01 ANTALYA - Li navçeya Doşemealtiyê komeke di dest wan de çek, wesayîtan didin sekinandin û nasnameyan kontrol dikin. Komeke 20 kesî wesayîta Hevserokê HDP'a Doşemealtiyê Mehmet Denîz jî dan sekinandin û nasnameya wî kontrol kirin.  Li Antalyayê şewatên daristanan ên ji 28'ê Tîrmehê dest pê kirin hîn jî didomin. Piştî van şewatan li navendên navçeyan û li gundan komên di dest wan de çek û şiv, derketin holê. Li navçea Manavgat, Gazîpaşa û Alanyayê ev komên rêyan dibirin û nasnameyan kontrol dikin, êrîş biribûn ser hin kesan. Li navçeya Doşemealtiyê komek roja sêşemê bi şev li texma TOKÎ'yan rê birîn û wesayît dan sekinandin û nasname kontrol kirin.    Hevserokê HDP'a Doşemealtiyê Mehmet Denîz, roja sêşemê bi şev gava mêvanên xwe dibe otogarê, di vegerê de komekê rêya wî biriye û wesayîta wî dane sekinandin. Denîz, diyar kir ku 20 kes ên temenê wan di navbera 16-45 salan de, hatine cem wî û ji xeynî du kesan ên di hemû bi çek bûne. Denîz, bi lêv kir ku jê pirsîne bê ka diçe ku derê û got: "Gava min got diçim malê, xwestin navnîşana xwe ji wan re bibêjim û nasnameya xwe bidim wan. Min jî got, nasne ne li cem min e. Gava min ji wan pirsî 'Hûn ne esker ne polîs in, ev çi ye?' Gotin, 'Em dizanin armanca me çi ye. Hûn nizanin.'"    WESAYÎT HATIN SEKINANDIN    Denîz, diyar kir ku piştî kêliyekê kesekî din jî hatiye û maske daye ber devê xwe û bi porê xwe yê dirêj ser çavê xwe girtiye. Denîz, anî ziman ku kesê hatiye cem wî ji yên din re gotiye "wî berdin" û piştî vê kesên din dev ji wî berdane. Denîz got: "Heger bi destê hin kesan be, nexwe ev provakasyon e. Heger tiştek bibe, dê bê serê me hemûyan. Em li heman navçeyê bi hev re dijîn. Rêyên me, dikanên me, qehwexaneyên me yek in. Bang li dê û bavên van ciwana dikim. Xwedî li zarokên xwe derkevin."    MA / Omer Akin