150 roj in li edaletê digerin! 2021-08-05 09:03:58 RIHA - Malbata Şenyaşar ku 150 roj in li ber avahiya Edliyeya Rihayê doza "edaletê" dike, diyar kir ku heta edalet pêk bê dê têbikoşin.  Nobeta edaleyê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê ji 9'ê Adarê ve de didome. Malbata Şenşayar, heya niha bi gelek tahdeyê re rû bi rû maye di dema nobetê de. Lê li gel hemû zextan û tahdeyan jî dev ji lêgerîna xwe ya ji bo edaletê bernade. Heya niha Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar bêyî hincet 6 caran hatine binçavkirin.    Ferît Şenyaşar, behsa 150 rojên nobeta edaletê û tiştên di dema nobetê de hatine serê wan kir.    Şenyaşar, anî ziman ku li saziyeke dewletê, li ber kamerayan komkujiyyek pêk hate û wan jî ji ber vê dest bi çalakiya nobetê kiriye û gava dest pê kirine texmîn nekirine ku dê çalakiya wan ev qasî dirêj dewam bike. Şenyaşar got: "Gava me dest bi çalakiya xwe kir, me wisa hêvî dikir ku dê di demeke nêz de edalet pêk bê, lê wis anebû. Têkoşîna me ya ji bo edaletê 150 roj in didome. 5 meh in em li vira ne. Gava me dest bi nobetê kir diya sar bû, lê niha têmkoşîna me di vê germa havînê de didome. Li ber tavê rengê canê me û kincên me guherîn, kaxezên me li ser edalet nivîn, çiriyan û nivîs çilmisî. Lê hê jî edalet pêk nehatiye. Têkoşîna me di bin vê zilmê de diome. Lê heya edalet pêk bê dê têkoşîna me bidome."    EDALET JI BO HER KESΠ   Şenyaşar, bilêv kir ku her diçe nexweşînên dayika wî Emîne Şenyaşar a 65 salî zêde didin. Şenyaşar, diyar kir ku dêya wî naxwaze bê dermankirin û got: "Ez bi awayekî li ber vê zilmê li ber xwe didim û li ser pêya me, lê muqawemeta dêya min ne bi qasî ya min e. Her diçe perîşan dibe. Nexweşînên dilî, nexweşînên çav lê peyda bûne. Divê ji çokên xwe emeliyat bibe. Divê bêhna xwe vede, lê dibêje heya edalet pêk neyê dê tedawî nebe."    Şenyaşar, destnîşan kir ku têkoşîna wan a li ber edliyeê bes ne çalakiyeke rûniştinê ye, li vir ji bo her kesî doza edaletê dikin.    ‘ME DEV JÊ BERNEDA'    Şenyaşar, bibîr xist ku ji ber vê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê 6 caran bi awayekî bêhiqûqî hatine binçavkirin û gelek caran jî hatine derbkirin û got: "Lê me tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Hewl dan me bitepisînin, lê me bi biryardarî domand. Em li ser vê biryara xwe ne. Heger di warê hiqûqî de tiştek rû nede jî, êdî raa giştî ya Tirkiyeyê û ya cîhanê hay ji vê dosyeyê hee. Her roj gelek kes ji bo piştgiriyê tên û gelek kes jî telefon dikin."    ‘BI MILYONAN KES LI PIŞTA ME NE'    Şenyaşar, da zanîn ku li Tirkiyeyê 14 baro dosyeya wan dişopînn û ji bo hejmara baroyên piştgiriyê dikin zêde bibe, piştî betlaneya edlî biqede dê cardin gazî baroyan bikin. Şenyaşar, destnîşan kir ku dê tevî serokên baroyan li ber Edliyeya Rihaê ji bo "Edaletê" dengê xwe bilind bikin û gazî dozgeran bikin ku karên xwe bikin.    Şenyaşar, anî ziman ku têkoşîna wan a ji bo edaletê her diçe mezin dibe û got: "Ên li ber avahiya edliyeyê ez û dêya xwe ne, lê em baş dizanin ku bi milyonan kes li pişta me ne."    Şenyaşar, diyar kir ku dewleta hiqûqê naşixule û got: "Dozger hene, kujeran diparêzin. Dê kesên bûne şirîkê vî sûcî hemû hesab bidin."    ‘EM Ê NEHÊLIN BÊ JIBÎRKIRIN'    Şenyaşar, anî ziman ku derbarê tiştên hatine serê wan de bi tirkî helbesteke 3 bendî nivisiye û got: "Ji bo ev tiştên hatine serê me neyên jibîrkirin, ez ê pirtûkekê binivîsim."    BANGAWAZÎ   Şenyaşar di dawiya axaftina xwe de bang li hemû hunermendinên xwedî wijdan kir û got: "Em dixwazin vê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bi dawî bikin. Tenduristiya dêya min nebaş e. Ji bo daxwaza me ya ji bo edaletê pêk bê, em dixwazin ji destê we çi bê hûn bikin."    MA / Emrûllah Acar