‘Niyeteke dewletê ku pêşî li ber şewatan û êrîşên nîjadperest bigire tune ye' 2021-08-05 09:02:56 ANTALYA - Parlementerê HDP'ê Kemal Bulbul, bertek nîşanî şewitandina daristanan û êrîşên nîjadperest da û destnîşan kir ku dewlet pêşî li ber şewitandina daristanan û li ber êrişên nîjadperest ên li hemberî kurdan negirtiye.  Şewatên di 28'ê Tîrmehê de li Antalyayê dest pê kirin, 9 roj in didomin. Piştî hat gotin ev şewat sabotaj in, li Manavgat, Alanya, Serîk û Doşemealtiyê hin komên destbişiv û biçek, dest bi rêbiriyê û kontrolkirina nasnameyan kirin. Li Elmali, Manvagat û Alanyayê bi îdiaya ku kurd in êrîş birin ser hin welatiya. Bi wêne û dîmenan derket holê ku ev kesên biçek û destbişiv bera mirovan didin û nasnameyan kontrol dikin. Lê belê heya niha derbarê tu kesî de tu tiştekî qanûnî nehatiye kirin.    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Antalyayê Kemal Bulbul, bertek nîşanî şewitandina daristanan û êrîşên nîjadperest ên li hemberî kurdan da. Bulbul, bal kişand ser komên nîjadperest ên li Antalyayê nasnameyên mirovan kontrol dikin û hedefgirtin kurdan. Bulbul, destnîşan kir ku di demên wisa de pergal komên nîjadperest dixe dewrê.   HINCET   Bulbul, bilêv kir ku polîtîkayên HDP'ê yên li ser esasê wekhevî û edaletê wekî "dabeşkeriyê" tên lansekirin û li hemberî wan polîtîkayên nîjadperest tên çêkirin. Bulbul, diyar kir ku nexasim di rojê dawî de li şewatên daristanan ên li seranserê bajar wekî hincet tên nîşandan û bi vê re komên nîjadperest êrîşan dikin. Bulbul, destnîşan kir ku hê sedemên şewata daristanan nehatiye tespîtkirin û got: "Eb qas roj derbas bûn, lê sedem nehatiye tespîtkirin. Ev jî qelsiya hikûmet û dewletê nîşan dide û di ev qas rojî de netefandina şewatan sûcê hikûmetê ye. Agir, bi destê kurdan, sosyalîstan û şoreşgeran nehatiye vêxstin. HDP'î, sosyalîst, kurd, şoreşger û elewî daristanan naşewitînin. Kesên Madimakê şewitandin, kesên li Konyayê komkujî kirin ûa gir dan ber agir, kesên li Şengalê komkujî pêk anîn daristanan dişewitînin. Li bajarê me bi hinceta şewata daristanan êrîşê dibin ser gelê kurd û HDP'iyan. Ev jî nîşan dide ku dixwazin vê şewatê ji xwe re bikin firsend."    HAYA AMÎRAN JÊ HEYE    Bulbul, bal kişand ser kesên li navçeyan û li gundan çek hilgirtine û rêbiriyê dikin û got: "Ên kesên çek hilgirtine, ne gel in. Komeke mandayî ne, komeke nîjadperest û faşîst e. Tu hêleke wan a insanî û ehlaqî tune ye. Li Alanya, Gazîpaşa, Manavgat û Serîkê hin kes rê dibirin û nasnameyan kontrol dikin. Helbet haya esker û polîsan, haya amîrên esker û polîsan ji van kesan heye. Du sûc bi hev re tên kirin. Têkildarî mijarê me xwest em hevdîtinê bi walî û qeymeqaman re bikin, lê kesî telefona me venekir. Ji lew re êrîş tên pesendkirin. Ev helwets tê wateya domandina êrîşan."    Bulbul, destnîşan kir ku tu hewldaneke dewletê ya ji bo pêşîlêgirtin êrîşên nîjadperest û şewatan tune ye û got: "Pergalek heye ku van êrîşan gur dike. Bi taybetî li Alanya, Serîk û Manavgatê ev tişt tên kirin. Li Alanyayê hin ciwan li hev xistine. Qaşo yekî ji wan gotiye ez HDP'î me. Piştî vê, alayek ku pêşiya avahia partiya me digire daliqandine, di 29'ê Tîrmehê de. Hûn bi vê dixwazin çi bikin? Alayê dikin potik û di bin de nîjadperestî û faşîstiyê dikin. Kengî tiştên wisa dikin, pê re pê re komkujiyan pêk tînin. Ev polîtîka, ne polîtîkayeke insanî û ehlaqî ye."    ‘EM NE BERXÊ BER KÊRÊ NE'    Bulbul, bilêv kir ku dê li Antalyayê nehêlin nîjadperestî bê kirin û got: "Heger êrîşî gelê me, rêxistinên me ya bajar û rêxistinên me yên navçeyan, kargehên gelê, HDP'î û dostên wan bên kirin, kiryar amîrên îdareya milkî ne. Dewlet e ku vê polîtşkaya nîjadperestiyê dibîne û tiştekî nake. Helbet dest û pêyên me jî negirêdayyî ne. Em ne berxên ber kêrê ne. Em dizanin xwe biparêzin. Ji bo ev bûyer ber bi deverek din ve neçin, divê em bi aqilê selîm tevbigerin. Gelê me divê hay ji van êrîşên provokatîf hebe."    MA / Omer Akin