Serdanên şîna malbata Dedeogûllari didomin 2021-08-04 16:56:15   KONYA - Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, serdana malbata Dedeogûllari kir û ji malbatê re sersaxiyê xwest.    Serdanên şînê yên ji bo malbata Dedeogûllari ku 7 ferdên wê ji aliyê kujer Mehmet Altûn ve hatibûn qetilkirin didomin. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, serdana konê şinê yê malbata Dedeogûllari kir û ji malbatê re sersaxiyê xwest.    Piştî serdana xwe konê şînê Kaya çû ser gora 7 ferdên malbata Dedeogûllari yên hatibûn qetilkirin jî.    Kaya, li ser hesabê xwe yê twîtterê têkildarî serdana xwe ev parvekirin kir: "Êdî kesên ku ji derewkarên bimûçe yên qesrê bawer bikin tune ne. Em tev dizanin ku sûcê vê malbata ku ciwan, temen mezin û jin û zilamê wan hatine qetilkirin kurdbûna wan e. Bi israr navê "Aştî" li zarokên xwe kirine. Lê bû hedefa nefreta faîlê meçhûl."