Parêzerê malbata Dedeogûllari: Komkujî li ser koma WhatsAppê hatiye plankirin 2021-08-04 16:17:44   KONYA - Parêzerê malbata Dedeogûllari ku 7 ferdên wê di êrişa nîjadperestî de hatibûn qetilkirin Abdûrrahman Karabûlût, diyar kir ku komkujî li ser koma WhatsAppê bi awayekî organîzekirî hatiye kirin.    Di 30'ê tîrmehê de êrişkar Mehmet Altûn li navçeya Meramê ya Konyayê êrişî malbata Dedeogûllari kir û 7 ferdên malbatê qetil kir, agirê berî malê da û ji cihê bûyerê reviya. Bav, dayik, bira û hevjîna Altûn jî di nav de ji ber vê komkujiyê hatin girtin. Lê hê jî kujer Altûn bi xwe nehatiye dîtin. Parêzerê malbata Dedeogûllari Abdûrrahman Karabûlût, li ser hesabê xwe yê twîtterê têkildarî êrişê daxuyaniyeke balkêş da û diyar kir ku komkujî li ser koma WhatsAppê bi awayekî organîzekirî hatiye kirin.    Parêzer Karabûlût, ev parvekirin kir: "Derket holê ku kesê komıkujiyê pêk aniye ne bi tenê ye, piştî êrişa ku di 12'ê gulanê de li dijî malbata Dedeogûllari hatiye kirin, malbata êrişkar komeke whatsappê ava kiriye û komkujiyê bi awayekî organîzekirî kiriye."