OHD’ê rapora girtîgehên Marmarayê parve kir: Bila tecrîd bê rakirin, bi Ocalan re hevdîtin bê kirin 2021-08-04 16:03:18   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Herêma Marmarayê ya OHD’ê, di rapora xwe ya 3 mehan a têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan amade kir de bang kir ku tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bê rakirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bên bidawîkirin.    Komîsyona Girtîgehan a Herêma Marmarayê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê, di encama serdanên xwe yên ku her meh bi awayekî bi rêkûpêk li girtîgehên Herêma Marmarayê dikin de têkildarî binpêkirinên mafên girtiyên rapora xw ya 3 mehan aşkera kir. OHD’ê di raporê de cih da binpêkirinên mafan ên di mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê de tespît kirine. Endamê OHD’ê Vedat Ece raporê xwend. Ece, diyar kir ku di serdanên li 13 girtîgehan de hatine kirin de herî zêde ji ber bergiriyên ku di çarçoveya şewba vîrûsa koronayê hatine girtin de binpêkirinên mafan pêk hatine.    DAXUYANÎ NAYÊN DAYÎN    Ece, da zanîn ku li gorî daxuyaniya Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan a di 28’ê hezîrana 2021’an hatiye kirin li 369 girtîgehên Tirkiyeyê de 59 kes bi şewba vîrûsa koronayê ketine û wiha got: “Dîsa li gor daxuyaniya fermî ya ji aliyên Serdozgeriyên Komarê  hat kirin di 372 girtîgehan de 372 girtî bi vîrûsa koronayê ketine. 46 girtî li nexweşxaneyê tedawî dibin 326 girtî jî di şertên girtîgehê de tedawî bûne. Dîsa hat tespîtkirin ku ji 14’ê Adara 2020’an û vir ve ji 22 girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk hene dema li nexweşxaneyê tedawî dibûn, 16 girtî ji ber nexweşiyên girêdayî şewba vîrûsa koronayê û 12 girtî jî ji ber vîrûsa koronayê piştî ku hatine berdan jiyana xwe ji dest dane. Wekî din li gorî daxuyaniya Wezîrê Dadê ya 13’ê Nîsana 2020’an 79 gardiyan bi şewba vîrûsa koronayê ketine.”    TECRÎD   Ece, binpêkirinên mafan ên di raporê de yek bi yek rêz kirin û wiha berdewam kir: “Ligel pandemiyê li di çarçoveya bergiriyan de li girtîgehan tecrîd derketiye asta herî jor. Pêkanîna tecrîdê ji aliyê ÎHAM’ê weke mûameleya şikandina rûmetê û derveyî mirovahiyê tê nirxandin. Ji ber vê yekê tecrîd derveyî hiqûqê ye.”   BANGA ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Ece, qala çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan, li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daye dest pê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Daxwazên girtiyan di çarçoveya qanûnên navnetewî û qanûnên Tirkiyeyê de tecrîda ser Abdulah Ocalan bê rakirin û bi malbat û parêzerên wî re hevdîtin pêk were ye. Di vê pêvajoya pandemiyê de çalakiya greva birçîbûnê bidome wê encamên giran ên lêvegerîna wan ne pekan be derkevin holê. Ji ber vê yekê hêj girtî zêdetir rastî binpêkirinên mafan neyên û binpêkirina mafê jiyanê nebe, ji bo çalakiya grevê bi dawî bibe divê tecrîda ji derveyî hiqûqê ya li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan demildest bên bidawîkirin.”