Haytaoglû ya hatibû qetilkirin hat definkirin 2021-08-04 14:49:59   OSMANIYE - Azra Gulendam Haytaoglû ku li Antalyayê piştî dest dirêjî wê hatibû kirin bi awayekî hovane hatibû qetilkirin, li navçeya Kadîrlî hat definkirin.    Azra Gulendam Haytaoglû ku zilamê bi navê Mûstafa Mûrat Ayhan (48) li Antalyayê piştî ku dest dirêjî wê kiribû bi awayekî hovane wê qetil kiribû, li navçeya Kadîrlî ya Osmaniyeyê hat definkirin. Cenazeyê Haytaoglû ji bo merasîmê anîn hewşa Dibistana Seretayî ya Îstiklalê. Malbat û hevalên Haytaoglû û gelek jin tevlÎ merasîmê bûn. Piştî vecîbeyên olî cenazeyê Haytaoglû li Goristana Gundê Dûrmûşsofûlarê hat definkirin.