Li Eyn Îsayê 3 jê zarok 4 kes hatin qetilkirin 2021-08-04 11:28:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrîşa Tirkiyeyê ya bi tankê ya ser gundê Sefawiyê ya Eyn Îsayê de ji malbata Xelef Zeyd Îsa 3 jê zarok 4 kes hatin qetilkirin.    Tirkiyeyê bi tankan êrişî gundê Sefawiyê yê bajarê Eyn Îsa yê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir. Li gorî nûçeya ku di Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de cih digire, di êrişê de mala malbata Xelef Zeyd Îsa hedef hatiye girtin. Di êrişê de Zeyd Xelef El Îsa (54) û zarokên wî Ziyad (12), Mûne û Hûda jiyana xwe ji dest dan.    Derbarê dayik û zarokeke din ên di malê de agahî nehatin bidestxistin.