Malbata êrişkar hat girtin lê ew bi xwe nayê dîtin 2021-08-04 10:39:06 ENQERE - Bav, dayik, bira û hevjîna êrişkarê malbata Dedeogûllari Mehmet Altûn hatin girtin lê ew bi xwe hê jî nehatiye dîtin.    Êrişkar Mehmet Altûn, di 30'ê tîrmehê de li navçeya Meramê ya Konyayê êrişî biribû ser mala malbata Dedeogûllari ya kurd û 7 ferdên malbatê li ser hev qetil kiribû. Piştî ku her heft ferdên malbatê qetil kiribû agir berî malê dabû û ji cihê bûyerê reviyabû. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliye Serdozgeriya Komarê ya Konyayê ve tê birêvebirin de 14 kesên ku hatibûn binçavkirin, duh piştî îfadeyên xwe yên li miduriyeta polisan sewqî dozgeriyê hatibûn kirin. J dozgeriyê jî sewqî dadgehê hatibûn kirin û li dadgehê A.Ç, V.K, Y.Ç, Z.A, A.K, A.K, Î.K, Î.A, Î.A û R.Ç. bi sûcdariya "kuştina qestî" hatin girtin û 4 kes jî bi şertê kontrola edlî hatim berdan.    6 ROJ IN WINDA YE   Bav, dayik, bira û hevjîna êrişkar Mehmet Altûn jî di nav kesên hatine girtin de ne. Lê êrişkar bi xwe 6 roj in winda ye û hê jî nehatiye dîtin.