Şahidê teqîna li Geverê: Em çûn em eskeran xelas bikin, em gulebaran kirin 2021-08-04 09:01:14 COLEMÊRG - Li Geverê di dema derbasbûna wesayîta eskerî de teqînek çêbûbû û piştî teqînê 7 kes hatibûn girtin. Fûat Oyman ku li cem şivanan bû got: "Em çûn ku em eskeran xelas bikin, lê em gulebaran kirin."  Di 27'ê Tîrmehê de li navçeya Gever a Colemêrgê, dema wesayîta eskerî diçû teqînek pêk hatibû. Piştî teqînê 7 kes hatibûn binçav kirin û paşê bi îdiaya "Xerabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" hatibûn girtin. Malbata şivan Levent Dere û Harûn Ortaş tiştên qewimîn vegotin.    'TU SÛCÊ KURÊ MIN TUNE YE'    Kadriye Ortaş, dayika Harûn Ortaş got: "Bûyer li gundê Yekmala Jorî çêbû. Kurê min ji bo heywanên xwe av bide, ew biribûn robar. Wê kêliyê birçî dibe û tevî hevalê xwe xwarinê dixwe. Ma çi haya kurê min û hevalên wî ji teqînê heye. Ma zanibûna dê li wir bisekiniyana. Tu sûcê kurê min tune ye, haya wî ji tiştekî tune bû."    8 ROJAN ÎŞKENCE   Dayik Ortaş, destnîşan kir ku kurê wê Ortaş û hevalê wî Levent Dere 8 rojan hatine îşkencekirin û got: "Şev û roj li min bûn yek. Êdî xew bi çavên min nakeve. Nedihiştin parêzer biçin cem zarokên me. Sedem jî ji ber şopên îşkenceyê bû. A kirin zilm e. Bila dev ji vê zilmê berdin."    ESKERAN GEF LI WAN XWARIYE    Ayfer Dere, hevjîna Levent Dere jî anî ziman ku Dere ji bo zarokên xwe yên nexweş derman bike şivantî kiriye û got: "Hevjînê min di dema şivantiya xwe de gelek caran bi gefên eskeran re rû bi rû ma. Piştî dinya germ bû, heywan birin zozanan. Piştî çû zozanan, eskeran jê re got 'Çima tu tê vira. Hûn nikarin bên vira. Em nebînin hûn careke din werin.' Gava hevjînê min îtiraz kiriye, dîsa gef lê xwarin. Paşê hevjînê min radibe heywanan ji wir dibe, tîne cihekî nêzî gund. Gava tê wir teqîn çêdibe. Piştî teqînê kincên wî jê dikin û wî îşkence dikin. Me gelek caran serlêdan kir ji bo em wî bibînin. Lê nehiştin. Ez çûm cem dozger, lê li min jî nenêrî. Ji ber ku hevjînê min û yên li cem wî îşekence kiribûn, nehiştin em wan bibînin. Em dixwazin hevjînê min û hevalên wî bên berdan."    ‘EM ÇÛN EM ESKERAN XELAS BIKIN'    Şivan Fûat Oyman ku piştî îfadeyê hat berdan, behsa roja bûyerê kir: "Me heywanên xwe diçêrand. Gava teqîn çêbû, em û hevalên xwe û yên li wir em çûn ku em eskeran xelas bikin. Lê nehiştin em nêzî wan bibin. Ji ber ku em gulebaran kirin, em jî ber bi gund ve reviyan. Piştî teqînê esker hatin gund û em binçav kirin. Di binçavan de ew bi dijwarî îşkence kirin. Tenê me xwest em eskeran xelas bikin, wekî din tu sûcekî me tune ye. Dixwazin bûyerê têxin stuyên hevalên me. Halbûkû tu sûcekî wan tune ye. Gundî hemû li wir bûn. Cîhan hemû dizane tu sûcê wan tune ye."    MA / Mazlûm Engîndenîz