‘Di warê aşiyê de baweriya bajarên herêmê bi dewletê tune ye' 2021-08-04 09:01:13 RIHA - Hevserokê Şaxa SES'ê ya Rihayê Salîh Karataş, diyar kir ku ji bo aşîkirinê baweriya gelê herêmê bi dewletê tune ye û banga aşîkirinê li gel kir. Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ku di 2'yê tebaxê de parve kirin, ji bajarên rêjeya wê ya aşîkirinê    kêm yek jê jî Riha ye. Rêjeya aşîkirinê ya Rihayê ji sedî 39,9 e. Hevserokê Sendîkaya Xizmetên Tenduristî û Civakê (SES) ya Şaxa Rihayê Salîh Karataş, rêjeya aşîkirinê ya bajarên herêmê nirxand û anî ziman ku ji ber şaşiyên di aşiyên berê de hatin kirin, gelê herêmê baweriya xwe pir bi aşiyê nayne.    NEBAWERΠ   Karataş, anî ziman ku li Rihayê û bajarên din ên herêmê, ji ber pratîkên berê niha gel ji dewletê bawer nake û got: "Li gel vê nebewariyê, di warê ekîpmanê û serwextkirinê de jî kêmasî hene."    Karataş, diyar kir ku gel aşiyên berê yên bi zanebûnî û şaş hatine kirine ji bîr nekiriye û got: "Di salên 1990'î de ji ber hin aşiyan mirov bi nexweşîna Subakut Sklerozan Panensefalit (SSPE) ketin û hê jî ew travma li ser wan e. Zarokan bi aşiyên kevn û dozên kêm bi jehrê xistin. Lewma gava em bêjin rêjeya aşiyê kêm e, dê ne tespîtek rast be. Ev tenê sedemk wê ye."    XIZMETA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ   Karataş, bilêv kir ku sedemeke din a kêmbûna rêjeya aşiyê jî nebûna xizmeta bi zimanê zikmakî ye. Karataş got: "Em sendîka, bi salan e ji bo perwerdehia bi zimanê zikamkî û xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî têdikoşin, lê dewletê xwe li ker û lalîtiyê daniye. Dibêjin 'Teşxîsa rast jiyanê xelas dike.' Lê teşxîsên em datînin bes divê bi têkoşîna li dijî pirsgirêkên girêdayî Covîd-19'ê nesînordarkirî be. Heger em polîtîkayên bi salan e didomin bidin ber nîqaşê û çareser bikin, em ê encamekê bi dest bixin."    Karataş, anî ziman ku îqtidara pêvajoya şewbê bi rê ve nebiriye û di warê aşiyê de jî serwextkirineke baş nekiriye. Karataş, bilêv kir ku piraniya welatiyan bi agahiyên şaş ên li ser medyaya sanal tên belavkirin re rû bi rû dimînin û got: "Her kes divê mafê jiyanê esas bigire û li gor wê tevbigere. Di warê aşiyê de divê dudilîbûyîne nemîne. Ewilî kedkarên tenduristiyê aşî bûn. Beriya aşiyê hejmara kedkarên tenduristiyê yên mirin zêde bû. Her roj xebera mirina hevalên me ji me re dihat, lê piştî aşiyê ev rêje kêm bû. Rast e, rêjeya parastinê ya aşiya niha ji sedî 95 e. Agahiyên ku me jî li qadê bi dest xistine, vê yekê piştrast dike. Divê mirov li gor vê aşî bibin."    JI BO JIHOLÊRAKIRINA NEKEWEHVIYÊ DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN   Her wiha Karataş da zanîn ku li Rihayê di 15 rojan de hejmara nexweşan ji 65'an bûye 650 û piraniya van nexweşxan jî kesên ku aşî nebûne. Karataş got: "Hikûmet peywira xwe bi cî nayne û gelê me bi mirinê re rû bi rû dihêle. Em vê yekê qebûl nakin. Gava em polîtîkayên sal û nîvan dawî yên îqtidarê binirxînin, em dibînin ku tevdîrên girtine jî di çarçoveya fikarên aborî de ne. Şert û mercên aboriyê yên welêt dikin hincet û tenduristiya gel taloq dikin. Belê, demildest divê tevdîr bên girtin lê gava di warê aborî de tengijînek çêbibe û tevdîran sist bikin, em vê yekê qebûl nakin. Divê ji bo jiholêrakirina newekheviya di navbera herêman de hin gavên bên avêtin."    Herî dawî Karataş diyar kir ku di warê xizmeta tenduristiyê de çi ji destê wan bê amade ne bikin.    MA / Emrûllah Acar