Amerîka wê 24 dîplomatên rûs der sînor bike 2021-08-03 09:07:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Sefîrê Rûsyayê yê Amerîka Anatoliy Antonov, diyar kir ku ji rêveberiya Amerîkakayê lîsteya dîplomatên rûs ku divê heta 3'ê îlonê ji welat biçin girtine.    Krîza dîplomatîk a di navbera Amerîka û Rûsyayê de careke din gur bû. Sefaretxaneya Rûsyayê ya Amerîka, li ser hesabê xwe yê facebookê têkildarî vê qrîzê parvekirinek kir. Li gorî vê parvekirinê, Sefîrê Rûsyayê yê Amerîka Anatoliy Antonov, diyar kiriye ku rexmî gotinên Serokê Amerîka Joe Biden ên ji bo pêşxistina têkiliyên Rûsya û Amerîkayê jî dîplomatên rûs neçar dimînên ku di bin şertên giran de bixebitin.  Sefîrê rûs Anatoliy Antonovku da zanîn ku ji rêveberiya Amerîkakayê lîsteya 24 dîplomatên rûs ku divê heta 3'ê îlonê ji welat biçin girtine û wiha got: "Hema bibêje tev jî bêyî ku kes bê cihê wan wê biçin. Lewre Washingtonê ji nişkeve prosedurên vîzeyê giran kir."