Malbata Şenyaşar: Dozger di betlanê de ye û malbat jî li ber edliyeyê ye 2021-08-02 11:58:40   RIHA - Malbata Şenyaşar ku lêgerîna xwe ya edaletê didomîne, ev daxuyanî da: "3 sal in tenê girtiyek jî tune ye. Dozger di betlanê de ye û dayik jî 147 roj in li ber edliyeyê ye."   Emîne Şenyaşar ku xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz 2 kur û hevjînê wê qetil kirin û kurê xwe Ferît Şenyaşar, di roja 147'an de nobeta xwe ya "Edaletê" ya li ber Edliyeya Rihayê didomînin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, serê sibehê hatin ber edliyeyê û dest bi çalakiya xwe kirin.    147 ROJ    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal jî Wezîrê Edaletê Abdûlhamît Gul etîket kir û ev daxuyanî da: "Heke ji hêla siyasî ve tu ji fikra desthilatê bî û xizmê te yê parlamenter hebe; kuştina mirovan jî di nav de her tişt ji mirov re serbest e! Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 3 mirov hatin qetilkirin. 3 sal in girtiyek jî tune ye. Dozger di betlanê de ye û dayik jî 147 roj in li ber edliyeyê ye."