Li Îranê 3 Kurd hatin darvekirin 2021-08-02 11:15:35   NAVENDA NÛÇEYAN - 3 Kurdên ku derbarê wan de biryara darvekirinê hatibûn dayîn, îro serê sibê li Girtîgeha Urmiyê hatin darvekirin.   3 Kurdên li Girtîgeha Urmiyê ya Îranê diman, serê sibê hat darvekirin. Navên girtiyên derbarê wan de biryara darve kirinê hatibûn dayîn û îro hatin dervekirin wiha ne: "Hemze Rezayî yê ji Selmasê, Sepehr Abbas Nejad û Îskender Zarî yên ji Urmiyê."   Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw, da xuya kirin ku di nava 4 mehên dawî de 20 Kurd hatine darvekirin.